​​​​​​​Şaredariyên Qamişlo û Tirbespiyê rêyên ji ber berfê hatine girtin vekirin

Komîteyên Şaredariya Gel a Qamişlo û navçeya Tirbespiyê ji bo hêsankirina tevgera çûn û hatinê, rêyên sereke û şaxî vekirin ku ji ber berfê hatibûn girtin.

​​​​​​​Şaredariyên Qamişlo û Tirbespiyê rêyên ji ber berfê hatine girtin vekirin
20 ÇILE, 2022   11:58
QAMIŞLO

Komîteyên Şaredariya Gel a Qamişlo û navçeya Tirbespiyê bi koordîneya Hêzên Trafîkê ji duh ve rêyan vedikin ku ji ber berfê hatibûn girtin.

Şaredariyê ji bo hêsankirina tevgera çûn û hatinê gelek rê vekirin.

Têkildarî mijarê hevseroka Şaredariya Gel a Qamişloyê Cîhan Yusif got tîmên rewşên awarte, komîteyên girêdayî şaredariyê ji duh ve gelek rêyên sereke û şaxî yên bajêr vekirin.

(şx)

ANHA