​​​​​​​Şêxê eşîra El-Bû Xemîs: "Lihevkirin" xapandin û veşartina rastiyan e

Şêxê eşîra El-Bû Xemîs Hisên El-Reşid diyar kir ku armanca "lihevkirirnan" dirêjkirina temenê aloziyê ye û hewldaneke ji bo veşartina rastiyan û xapandina gel e. El-Raşid got, ji bilî diyalogên navxweyî tu alternatîf ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê tune ne.

​​​​​​​Şêxê eşîra El-Bû Xemîs: "Lihevkirin" xapandin û veşartina rastiyan e
20 ÇILE, 2022   04:08
TEBQA- EBDUREHMAN EL-SALIH

Hikumeta Şamê bangên xwe yên ji bo pêkanîna "lihevkirinan"  li bajarên Reqa û Tebqayê berdewam dikin, ev yek ji aliyê gelê herêmê ve hat redkirin.

Li ser mijarê şêxê eşîra El-Bû Xemîs li Tebqayê Hisên El-Reşid got: "Hikumeta Şamê hewl dide siyasetekek nû bi navê lihevkirinan bi şêniyên herêma rojhilat re bimeşîne ku herî dawî li her du bajarên Reqa û Tebqayê propagendaya wê kiribû. Hikumetê ev mijar di ragihandina xwe de nîşan dabû ku ev siyaset bi rêk û pêk bi rêve diçe."

El-Raşid diyar kir ku tiştê ku di rastiyê de li ser erdê tê kirin beravajo îdiayên hikumeta Şamê ye û got: "Ji ber ku gel encam û bandorên wan lihevkirinan û asta xeteriya wan li ser pêşeroja Sûriyê dizanin."

Şêx Hisên El-Raşid ev "lihevkirin" wekî xefkekê bi nav kir ku hikumeta Şamê ji şêniyan re vedide û wiha pê de çû: "Rejîma Sûriyê bi van siyasetan hewl dide serdestî û hegemoniya xwe li ser herêmên ku êdî koletiyê red dike, vegerîne. Ev lihevkirin mîna libek arî di çav de ye an ku hewldaneke da ku gel pê bixapîne û rastiyan li ser wê veşêre. Ji ber ku tu carî ji çareserkirina doza Sûriyê naxebite lê belê temenê aloziyê dirêj dike û bigirêktir dike."

El-Raşid diyar kir ku hikumeta Şamê rewşa gelek malbatan bi kar anî, bi taybet ya kesên ku malûmilkên wan li herêmên di bin kontrola wê de hene û li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dimînin, da ku pê re li hev werin û wiha domand: "Heke wisa nekin wê malûmilkên wan bifroşin. Ev delîla zihniyeta zordest a hikumeta Şamê ye. Tiştên di çapemeniya hikumeta Şamê de tê gotin ku gelek şênî bi dildarî bi hikumetê re li hev tên, nerast in."

Şêx êla El-Bû Xemîs Hisên El-Raşid wiha berdewam kir: "Lihevkirin, ne bi vê rêbazê û bi awayekî fermî bi hin kesayet û aliyan re tê kirin. Divê hikumeta Şamê bersiva diyalogê bide ku me ji 2017`an ve banga wê kiriye da ku yekitiya xaka Sûriyê û pêkhateyên wê biparêzin û ewlehiyê pêk bînin."

Hisên El-Raşid got, "Hikumeta Şamê baş dizane ku bi diyalogê yan jî pêkanîna biryara NY`yê ya bi hejmar 2254 dê alozî bi dawî bibe,  li şûna ku çareser bike her ku diçe aloztir dike û berê xwe dan ''lihevkirinên'' ku dê ewlehiya li herêmên têk bibe û fitneyan biafrîne."

Di dawiyê de Hisên El-Raşid destnîşan kir ku têgeha "lihevkirin", tu têkiliya wê bi gelê Sûriyê re tune ye û wiha gotina xwe bi dawî kir : "Divê gelê Sûriyê çarenûsa xwe bi xwe diyar bike. Ev yek bi diyalogan pêk tê da ku bigihêjin çareseriyekê ku dawî li aloziyê bîne."

 (dx)

ANHA