​​​​​​​Malbatên şehîdan sûcên dewleta Tirk ên li Efrînê şermezar kirin

Meclisa Malbatên Şehîdan a taxa Şêxmeqsûd a Helebê û Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Efrînê sûcên şer ku dewleta Tirk a dagirker li Efrînê pêk tîne, şermezar kirin û got, civata navneteweyî bi bêdengiya xwe dibe hevkarê dagirkeriya Tirk e.

​​​​​​​Malbatên şehîdan sûcên dewleta Tirk ên li Efrînê şermezar kirin
19 ÇILE, 2022   19:21
HELEB

Bi boneya salvegera 4'emîn a êrişên dagirkiriniê yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser kantona Efrînê, Meclisa Malbatên Şehîdan a Taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê daxuyaniyek li Goristana Şehîdan a Taxa Şiqêf da. Her wiha Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Efrînê li Goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê ya li kantona Şehbayê daxuyanî da.

Daxuyanî li bi beşdarbûna bi dehan endamên Meclisa Malbatên Şehîdan, saziyên sivîl û meclisên taxê hate xwendin.

Daxuyanî ji aliyê endama rêveber ên her du meclisan ve hatin xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku dewleta Tirk destpêkê çete bi rêxistin kirin û bi çek kirin, paşê êriş bir ser nuqteyên şoreşgeran ên li Rojava û Başûrê Kurdistanê û çareyek ji xaka Sûriyê dagir kir û wiha hate domandin: "20'ê Çileya 2018'an êrişên dagirkirinê bir ser bajarê Efrînê, paşê bajarên Girê Spî û Serêkaniyê dagir kirin. Bi îdiayên derew û xapandina raya giştî û bi hinceta parastina ewlehiya neteweyî herêm dagir kirin, da ku şer û hebûna xwe bide rewakirin û pergala xwe ya terorîst li gelemperiya herêmê ferz bike. Gefxwarinên wê dewam dike, komkujî pêk anî, ambargo ferz kir û herêmê ji hev qut dikin. Ev hemû binpêkirinên li hurmet û pîrozeyên civakê ne, armanc jê guhertina demgorafîk, pêkanîna siyasetên qirkirin û înkarkirinê li ser xaka Efrîn, Şehba û tevahî herêmên dagirkirî yên Sûriyê û Kurdistanê bi giştî ye. AKP'ê dixwaze bibe hêzeke herêmî mezin, berdewama faşîzma Tirk bi vê hişmendiyê pêvajoya aştiyê li herêmê lawaz dike."

Di daxuyaniyê sûcên şer û tevahî kiryarên terorîst ên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê hatin şermezarkirin û hate gotin, civata navneteweyî, hêzên ku banga aştiyê dikin bi vê bêdengiyê piştgiriyê dide dagirkeriya Tirk a li herêmê.

Her wiha bang li desteyên Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên hiqûqî hate kirin ku zextê li rejîma Tirk û hevkarên wê bikin da ku ji herêmên dagirkirî yên Sûriyê û Kurdistanê derkevin.

ANHA