Partiyên siyasî yên Helebê: Rûsya berpirsa dagirkirina Tirk a li Sûriyê ye

Bi rasthatina salvegera 4`emîn a êrişên artêşa Tirk ên li dijî kantona Efrînê, partiyên siyasî yên li Helebê yên di bin sîwana MSD'ê de, bi daxuyaniyekê got, Rûsya berpirsa dagirkirina Tirk a li Sûriyê ye.

Partiyên siyasî yên Helebê: Rûsya berpirsa dagirkirina Tirk a li Sûriyê ye
19 ÇILE, 2022   15:41
HELEB

Nûnerên  Partiya Sûriya Pêşerojê, Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), Partiya Demoqrat a Kurdî ya Sûrî (P.D.K.S),  Partiya Demuqrat a Kurd li Sûrî (Partî), Partiya Hevbendiya Niştimanî ya Demokrat a Sûrî û Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) li ber avahiya MSD'ê ya Helebê kom bûn û têkildarî salvegera dagirkirina Efrînê daxuyanî dan. Daxuyanî ji aliyê endamê Meclisa Giştî ya PYD'ê Bedran Hemo ve hate xwendin.

Di daxuyaniya partiyan de ev hate gotin: "Ji destpêka aloziya Sûriyê ve dewleta Tirk rewş bi kar anî da ku rûbereke mezin ji erda Sûriyê dagir bike û di vê yekê de para herî mezin jî xeta sînor bû. Ev tevde bi lihevkirineke navneteweyî pêk hat da ku li ser hesabên gelê Sûriyê, Tirkiyê razî bikin. Piştî ku rola wekîlan di aloziya Sûriyê de bi dawî bû, Tirkiyê 20`ê Çileya 2018`an êrişî bajarê Efrînê kir ku hemû sûrî lê bi cih bûbûn, ji ber ku ewlehî û aramî lê peyda dibû û projeya durist a çareserkirina aloziya Sûriyê ji wir derket, ev jî xeteriyê li ser berjewendiyên dewleta Tirk a dagirker çêdike."

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku dewleta Tirk 72 balafirên şer li dijî bajarê Efrînê bi kar anîn û di serî de binesazî û şûnwar kir hedef, her wiha siyaseta qirkirina çand û gel da meşandin.

Têkildarî siyaseta tirkkirinê di daxuyaniyê de hate gotin: "4 sal di ser dagirkirina bajarê Efrînê re derbas bûn, lê hîn jî civata navneteweyî û herêmî têkildarî kiryar û siyaseta hikumeta Erdogan û çeteyên wê bê deng e. Tirkiye nasnameya Efrînê guhart, mînaka vê yekê navên kolan, qad, avahiyên giştî û nexweşxane guhartin û ala tirkî li ser dibistan, avahiyên giştî daliqandin, li aliyekî din zimanê tirkî ferz kir û wêneyên Erdogan li her deverê daliqandin da ku hebûna xwe li herêmê xurttir bike."

Têkildarî kiryarên AKP`ê di daxuyaniyê de ev hate gotin: "AKP`ê bi dagirkirina bajarê Efrînê ve û pêkanîna sûcên li dijî sivîlan sînordar nema, lê belê herêmên din ên biewle ji wan Serêkaniyê û Girê Spî dagir kir da ku projeya xwe ya Osmanî berdewam bike. Di heman demê de bi topbarkirina herêmên biewle ve hemû pîvanên navneteweyî bin pê dike."

Derbarê armancên dewleta Tirk a dagirker de hate destnîşankirin: "Hemwextî salvegera 4`emîn a êrişên Tirkiyê yên li dijî bajarê Efrînê, asta êrişên xwe yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde kir, ji ber ku li ser dagirkirina herêmên din ên xaka Sûriyê, erêkirin bi dest nexist. Armanc ji van êrişan ew e  ku projeya demokratîk têk bibe, ji ber ku QSD`ê serkeftin pêkanîne û bi vê yekê aloziya xwe ya hundirîn derxe derveyî sînorên xwe."

Di dawiyê daxuyaniyê de partiyên siyasî yên Helebê piştgiriya xwe nîşanî gel û QSD`ê kir û got, Rûsya berpirsa berdewamkirina êrişên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Her wiha bang li NY`yê û Meclisa Ewlekariyê ya NY`yê kirin ku li hemberî vê yekê bi erka xwe rabin.

(eh)

ANHA