Meclisa Leşkerî ya Hecînê qaçaxçiyên sotemeniyê girtin

Hêzên Meclisa Leşkerî ya Hecînê qaçaxçiyên ku hewl didan madeya sotemeniyê derbasî herêmên hikumeta Şamê bikin, girtin.

Meclisa Leşkerî ya Hecînê qaçaxçiyên sotemeniyê girtin
19 ÇILE, 2022   15:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî daxuyaniya ku malpera fermî ya QSD`ê weşandiye, "Di çarçoveya rêgirtina li ber qaçaxçîtiyê de, hêzên Meclisa Leşkerî ya Hecînê li deriyê bajarokê Zeyban ê di navbera herêmên QSD`ê û herêmên hikumeta Şamê de, miqdareke mezin ji sotemeniyê desteser kir ku qaçaxçiyan dixwestin derbasî herêmên hikumeta Şamê bikin. Di encamê de şerekî giran di navbera hêzên meclisê û qaçaxçiyan de derket, hêzan gelek qaçaxçî girtin û yên din jî xwe teslîm kirin."

Di daxuyaniyê hate gotino: "Hêzên Meclisa Leşkerî ya Hecînê piştrast kir ku ew ê hemleya xwe heta girtina hemû qaçaxçiyan dewam bike ku bondoreke neyinî li aboriya herêmê dikin."

(eh)