Zarokên ji ber teqîna bermîla mazotê birîndar bûbûn, jiyana xwe ji dest da

Di encama teqîna bermîleke mazotê de duh li Şehbayê 2 zarok birîndar bûbûn û rakiribûn nexweşxaneyeke Helebê. Her du zarokan li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.

Zarokên ji ber teqîna bermîla mazotê birîndar bûbûn, jiyana xwe ji dest da
17 ÇILE, 2022   13:55
ŞEHBA

Roza Cemo Welo (11) û Elî Cemo Welo (12) ji şêniyên gundê Omera yê navçeya Şera ya kantona Efrînê bûn ku li gundê Xirnata yê kantona Şehbayê diman.

Bermîla mazotê bi her du zarokan de teqiyabû, piştî ku agir li nêzî bermîlê vêxistibûn. Li gorî bijîşkan asta şewatê ya sêyemîn bû û laşên her duyan jî bi rêjeya ji sedî 95 şewitîbû.

Dê û bavê her du zarokan got piştî bûyerê yekser ew birine Nexweşxaneya Avrîn. Lê ji ber ku rewşa wan xeternak bû, ew rakirin nexweşxaneyeke Helebê.

Cenazeyên her du zarokan îro gundê Xirnata ya Şehbayê hatin veşartin.

(şx)

ANHA