​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 16-01-2022

​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 16-01-2022
16 ÇILE, 2022   00:00

-Li Sêmalkayê çalakiya bi armanca wergirtina cenazeyên gerîlayên ku di kemîna hêzên PDK'ê de şehîd bûne, di roja 104de didome. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Di çarçoveya pêngava "Azadiya rêbertî azadiya gelan e" de û bi diruşmeya "Werin cenga azadiyê" Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê çalakiya pirtûkxaneya gerok li ser asta herêma Cizîrê  organize dike. Çalakî li Qada Jina Azad a navçeya Amûdê dest pê dike, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê, civîneke girseyî li hola Siyahî ya navçeya Tirbespiyê li dar dixe, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Civîna salane ya Kongra Star li hola Aram Tîgran a bajarokê Rimêlan didome. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Beşek din a welatiyên sûrî li ser daxwaza wan ji kampa Holê derdikevin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Kobanê, li bajarê Kobanê çalakiya kon dest pê dike. Çalakî sê rojan dewam dike. Çalakî li qada Şehîd Egîd dest pê dike, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Gelê herêma Efrînê dibêje “Divê navê terorê li ser PKK`ê were rakirin ji ber ku hebûna wê tenê ji bo azadiya gelê bindest e û ji bo bidestxistina mafên gelê xwe dixebite. Derxistina PKK`ê ji ‘lîsteya terorê’ ji bo aramiya Rojhilata Navîn e.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Di demekê de ku ambargoya aborî li ser herêmê hatiye ferzkirin,  berdevkê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Loqman Ehmê, gel hişyar kir û got, divê projeyên herêmî pêşbixin da ku vê aloziyê derbas bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Endamê fermandariya Giştî ya QSD`ê li kantona Girê Spî Baz Efrîn, îşaret bi liv û tevgera artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li eniyên şer ên bi QSD`ê re kir û got, QSD`ê li ser bingeha parastina rewa amade ye parastina gelê xwe bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

- Rêya navneteweyî ya M4 ji rêyên herî girîng in ku herêma Cizîrê bi herêma Firat, Minbic û Efrînê ve girê dide. Her wiha tevahî herêm û bajarên sereke yên Sûriyê bi hev ve girê dide. Ji ber vê yekê dewleta Tirk vê rêyê dike hedef da ku her sê herêmên sereke ji hev qut bike û qada dagirkeriya xwe berfireh bike. (BI WÊNE).

CÎHAN

- Li gel firehbûna qada normelîzekirina têkiliyan bi Sûriyê re, Kongresa Amerîkayê fişarê li serokê Amerîkayê Joe Biden dike ku stratejiyeke diyar li Sûriyê bimeşîne. Ji ber plansaziya nebaş,  Hewlêr her sal bi rewşên trajedîk re rû bi bû dimîne.

POLÎTÎKA

- Girtekên ku desthilata Tunisê li dijî kesayetên mezin ên girêdayî Tevgera Nehda ya Îxwanî girtine, di çarçoveya hewldanên tunekirina tevgerê de têne ku di nav 10 salan de jiyana siyasî wêran kir. Şîrovekarekî siyasî yê tunisî diyar kir ku tevgerê nefesên dawî dikişîne û maye ku di demeke nêzî de derkeve pêşberî dadgehê. (BI WÊNE).

JIN

- Bi boneya salvegera 17`an a damezirandina Kongra Star, jinên navçeya Til Birakê bang li jinan kir ku xwe li ser rêgez û bingehên Kongra Star bi rêxistin bikin ku li hember zihniyeta baviksalarî tê dikoşe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA