Ciwanên êzidî şehîd Zerdeşt Şengalî bi bîr anî

Îro bi sedan endamên Yekitiya Ciwanên Êzidî ya kantona Efrînê bi meşekê li gundê Babinis ê kantona Şehbayê fermandarê YBŞ’ê Zerdeşt Şengalî bi bîr anî.

Ciwanên êzidî şehîd Zerdeşt Şengalî bi bîr anî
Ciwanên êzidî şehîd Zerdeşt Şengalî bi bîr anî
Ciwanên êzidî şehîd Zerdeşt Şengalî bi bîr anî
Ciwanên êzidî şehîd Zerdeşt Şengalî bi bîr anî
Ciwanên êzidî şehîd Zerdeşt Şengalî bi bîr anî
14 ÇILE, 2022   13:55
ŞEHBA

Bi sedan endamên Yekitiya Ciwanên Êzidî bi meşekê fermandarê Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) şehîd Zerdeşt Şengalî ku di 15`ê Çileya 2020`an de, di encama êrişeke droneke dewleta Tirk a dagirker de hatibû şehîdxistin, bi bîr anî.

Meş li gundê Babinis ê navçeya Ehdasê ya kantona Şehbayê li dar ket.

Meş li qada stada Babinisê rawestî û veguherî mîtîngê. Di mîtîngê de endamên Yekitiya Ciwanên Êzidî Esad Seydo û Xedîce Hemo daxuyaniya yekitiyê xwend.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Civaka êzidî, ji kevntirîn civakên Mezopotamyayê ye. Herî zêde rastî qirkirinan û koçberiyê hatiye. 74 ferman li dijî wê ji aliyê dewleta Tirk û Împaratoriya Osmanî ve pêk hatine, herî dawî jî komkujiya DAIŞ`ê ya sala 2014`an.”

Di daxuyaniyê de hat piştrastkirin ku bi berxwedana Hêzên Parastina Gel (HPG) êzidî ji komkujiyê xilas bûn, Rêveberiya Xweser ava kir, meclisên xwe, rêveberiyên sivîl û YBŞ bi pêşengiya Zerdeşt Şengalî ava kirin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku dewleta Tirk kesayet û fermandarên êzidî kirin hedef û di encamê de fermandar Zerdeşt Şengalî şehîd bû.

Di dawiya daxuyaniyê de ciwanan soza şopandina rêya şehîdan û pêkanîna armancên wan da û bang li civata navneteweyî, NY û rêxistinan kir ku li hember êrişên li dijî gel bê deng nemînin.

(şx)

ANHA