Hêzên Rêxistina Peymana Ewlehiyê ya Komî dest bi vekişîna ji Kazaxistanê kir

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku hêzên Rêxistina Peymana Ewlehiyê ya Komî dest bi vekişîna ji Kazaxistanê kir û cihên ku ji bo parastinê çavdêriya wan dikirin, radestî hêzên Kazaxistanê kirine.

Hêzên Rêxistina Peymana Ewlehiyê ya Komî dest bi vekişîna ji Kazaxistanê kir
13 ÇILE, 2022   10:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Russia Today, Wezareta Parastinê ya Rûsyayê di daxuyaniya xwe de wiha diyar kir: "Li gorî plana ku ji aliyê fermandariya Hêzên Parastina Aştiyê yên Rêxistina Peymana Ewlehiyê ya Komî û Wezareta Parastinê ya Komara Kazaxistanê ve hatiye amadekirin, pêvajoya radestkirina cih û navendên girîng ku ji aliyê hêzên aştiyê ve tên parastin, radestî hêzên ewlekariyê yên Kazaxistanê dikin."      

‘Hêzên Parastina Aştiyê’ dest bi amadekirina alavan kir da ku li balafirên kargoyê yên Rûsyayê bar bikin.

Serokê Kazaxistanê Qasim Comert Tokayev duh temamkirina erka ‘Hêzên Parastina Aştiyê’ li welatê xwe ragihandibû.

Rêxistinê duh diyar kir ku hêzên wê ku ji 2 hezar leşkeran pêk tê, dê heta rojan bi temamî vekişin.

(dx)