Li Lubnanê boykota 12 saetan hat ragihandin

Li Lubnanê ji ber nebersivandina daxwazên wan û bihabûna sotemeniyê, ajokarên servîsan boykota heta 12 saetan ragihand. Li gel wê jî li gelek bajaran rê bi temamî hatin girtin.

Li Lubnanê boykota 12 saetan hat ragihandin
13 ÇILE, 2022   09:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî tora El-Hura gelek rêxistinên civaka sivîl banga tevlêbûna xwepêşendanan kir ku ji saetên sibehê ve dest pê kiriye. Di encamê de xebatên gelek saziyan taloq bûn. Nexasim bankên taybet, stasyonên sotemeniyê û şîrketên petrolê, dibistan, peymangeh û zanîgeh hatin girtin. 

Duh bi şev li hember rewşên jiyanî yên nebaş li bajarên Beyrût û Terablusê xwepêşandan li dar ketin. Hêzên ewlehiyê û xwepêşandêr li pêşiya avahiya Banka Navendî ya Lubnanê ya li paytextê bi hev ketin, piştî ku xwepêşandêran hewl da bi ser bankê de bigirin.

(şx)