​​​​​​​Kongra Star serdana Akademiya Jinan a Iraqê kir

Şandeya Kongra Star a Başûrê Kurdistanê serdana Akademiya Jinan a Rêvebirinê ya Iraqê kir. Şande ji nûnera Kongra Star Lêman Şiwêş û endama desteya rêveber Silava Silêman pêk tê.

​​​​​​​Kongra Star serdana Akademiya Jinan a Iraqê kir
13 ÇILE, 2022   09:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Şande ji aliyê rêvebera akademiyê Besme Hebîb û endamên akademiyê ve hat pêşwazîkirin.

Di serdanê de, sîstema Kongra Star û projeya wê ya birêxistinkirina jinan û zehmetiyên ku jinan di dema damezirandina Kongra Star de (15’ê Çileya 2005’an) kişandine û heta gihaştina pêşengiya şoreşê li Rojava, hate nasandin.

Her wiha bal kişandin ser rola jinan a di dema şoreşê de, pêkanîna sîstema hevserokatiyê û beşdarbûna jinan ji sedî 50 di sîstema Rêveberiya Xweser de.

Endamên Akademiya Jinan a Iraqê jî diyar kir ku akademiya wan li ser perwerdekirin û vekirina werşeyên kar ji bo piştgiriya jinan di rêvebirina kar de dixebitin û destnîşan kir ku ew hewl didin kotaya jinan di parlamento û hikumetê de zêde bikin.

Her du aliyan li ser çawaniya birêxistinkirina jinan, girîngiya pêşxistina têkiliyên di navbera akademiyê û Kongra Star de û pêkanîna xebatên hevpar, nîqaş kirin.

(dx)

ANHA