Kurdistaniyên li Lubnanê Komkujiya Parîsê şermezar kir

Bi sedan Kurdistaniyên li Lubnanê li pêşiya Komseriya NY`yê Komkujiya Parîsê  û êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî Kobanê şermezar kirin.

Kurdistaniyên li Lubnanê Komkujiya Parîsê şermezar kir
9 ÇILE, 2022   19:37
BEYRÛT

Bi boneya salvegera Komkujiya Parîsê û bi armanca şermezarkirina êrişên artêşa Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê, rêxistina Kongra Star li Lubnanê çalakiyek li pêşiya Komseriya Neteweyên Yekbûyî (NY) li dar xist.

/ar/uploads/files/2022/01/09/191120_b4fe4cf6-73e2-4baf-bc1f-62082d523d06.webp

Kongra Star li wir daxuyaniyek da û ji aliyê endama kongrê Nesrîn Xidir ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku armanc ji komkujiya li dijî her sê têkoşeran Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ew e ku doza Kurdan bi rêya diyalogan neyê çareserkirin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin "Ev komkujî nayê wateya ku têkoşîna jinan bi dawî bû, lê belê agirê şoreşê û têkoşînê gurtir kir û dê heta pêkanîna armancên şehîdan berdewam bike."

Bi navê Partiya Yekitiya Demokratîk a Lubnanê (PYD) endamê partiyê Edhem Şehûd axivî û bang li NY`yê û hikumeta Fransa kir ku zextê li aliyên peywendîdar bikin û wiha dewam kir: "Da ku nasnameyên sûcdarên Komkujiya Parîsê pêk anîn, eşere bikin û hesab ji wan bixwazin. Li aliyekî din jî li ser sûcên Tirkiyê li dijî Kobanê û gelê wê pêk tîne, banga hesabxwestinê kir."

Seroka Weqfa Jîn a Jinan Bûşra Elî axivî û got, şehîd û şoreşger Sakîne, Fîdan û Leyla nûnertiya rihê doza her jinek û gelekî bindest kirin, dengê gelê Kurd û doza xwe gihandin hemû cîhanê û li dijî faşîzma Tirk sekinîn.

Çalakî bi sloganên "Şehîd namirin, bijî berxwedana Kobanê û na ji sûcên Tirkiyê re" bi dawî bû.

(eh)

ANHA