Mihemed Helbusî careke din bû Serokê Parlamentoya Iraqê

Mihemed Helbusî bi piraniya dengan cara duyemîn bû Serokê Parlamentoya Iraqê.

Mihemed Helbusî careke din bû Serokê Parlamentoya Iraqê
9 ÇILE, 2022   17:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Parlamentoya Iraqê piştî hilbijartinê îro cara yekem civiya. Piştî ku rewşa tenduristiya Serokê Demkî yê Parlamentoya Iraqê Mihemed Meşhedanî têk çû ji parlamentoyê derket û  di bin serokatiya Xalîd Deracî hilbijartina serokê parlamentoyê destpê kir. 228 parlamenter tev li dengdanê bûn.

Mihemed Helbûsî 200 deng bi dest xist. Mihemed Meşhedanî jî 14 deng danî û 14 deng jî vale bûn.

Mihemed Helbusî bi piraniya dengan cara duyemîn bû Serokê Parlamentoya Iraqê.

Beşek ji aliyên siyasî îro tev li civîna parlamentoyê nebûn. Komên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekitiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) jî tev li rûniştina hilbijartinê  nebûn.

Parlamenteran sonda yasayî xwend.

Hilbijartina Parlamentoya Iraqê di 10’ê Cotmeha 2021’an de pêk hatî û ev civîna yekem bû pêk hat.