Dika "Jin Rojava diparêzin": Mîrasa şehîdên komkujiya Parîsê ji bo me rûmet e

Dika "Jin Rojava diparêzin", bi boneya salvegera 9`an a komkujiya Parisê daxuyaniyek da û tê de got ew deyndarên mîrasa her sê şehîdan e û dê li hember doza kuştina jinan bêdeng nemînin.

Dika "Jin Rojava diparêzin": Mîrasa şehîdên komkujiya Parîsê ji bo me rûmet e
9 ÇILE, 2022   09:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Dika "Jin Rojava diparêzin", îro daxuyaniyek da û tê de her sê şehîdên komkujiya Parîsê (Sakîna Canzis, Fîdan Dogan û Leyla Şaylamez) bi bîr anîn.

9`ê Çileyê anku îro salvegera 9`an a Komkujiya Parîsê ye ku MIT`a Tirk li paytexta Fransa Parîsê 3 pêşengên kurd; Sara, Rojbîn û Ronahî şehîd xistin.

Dikê di daxuyaniya xwe de got: "Em bi rêzdarî şehîd Sakine Cansız, Fidan Doğan Leyla Şaylemez bi bîr tînin."

Dikê Komkujiya Parîsê şermezar kir û piştrast kir ku dewleta Tirk her sê jin şehîd xistin, ji ber ku pê hesî ku ew li ser berjewendî û ajanên wê xeter in.

Her wiha dikê balkişand ser kurtadîroka têkoşîna Sakîna Cansiz û got: "Sakîna roleke pêşeng ji bo birêxistinkirina berxwedanê di girtîgehê de list. Dev ji berxwedanê ber neda. Li ser şopa wê bi hezaran girtî niha di girtîgehên Tirkiyê de li ber xwe didin."

Dikê destnîşan kir ku hikumeta AKP`ê bi siyasetên xwe yên faşîst û kuştina jinan, ne tenê berpirsa komkujiya Parîsê ye lê belê berpira kuştina çalakvana kurd Garibe Gezer e ku ji ber îşkenceya hovane di girtîgeheke Tirkiyê de navîna Kanûna 2021`an şehîd bû.

Dikê piştrast kir ku ew ê li hember van sûcan bêdeng nemînin û dê li ber xwe bidin.

Her wiha bang li hemû jinan kir ku têkoşîn û berxwedana xwe bikin yek, ji ber ku berxwedan jiyan e û Garîbe, Sakîna, Fîdan, Leyla û hemû jinên ku jiyana xwe kirin qurbana rêya azadiyê ji xwe re bikin pêşeng.

(şx)

ANHA