Li gundekî Şehbayê mayînek bi zarokekî de teqiya

Mayînek ji bermahiyên çeteyên DAIŞ`ê bi zarokê bi navê Cabir Mihemed ê ji gundê Qul Suroc ê herêma Şehbayê ve teqiya.

Li gundekî Şehbayê mayînek bi zarokekî de teqiya
4 ÇILE, 2022   10:58
ŞEHBA

Nûçegihanê me ji herêmê ragihand ku mayînek ji bermahiyên çeteyên DAIŞ`ê bi zarokekî ji gundê Qul Suroc ê herêma Şehbayê ve teqiya.

Li gorî nûçegihan di encama teqînê de zarok Cabir Mihemed ê ji gundê Qul Suroc ê herêma Şehbayê birîndar bû û rakirin nexweşxneyeke li herêmê.

ANHA