​​​​​​​Piştî Helebê, Rûsya bomebebarana li gundewarê Idlibê zêde kir

Rûsiya bombebarana xwe li ser "Herêma bêçek" zêde kir, 5 caran gundewarê bakurê Idlibê kir hedef.                  

​​​​​​​Piştî Helebê, Rûsya bomebebarana li gundewarê Idlibê zêde kir
30 kanûn, 2021   13:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku balafirên şer ên Rûsî 5 caran êrişî derdora herêmên Barîşe, Kefr Erûq û Mearet Misrîn ên gundewarê bakurê Idlibê kir. Tu agahî debarê ziyanên canî de nehatine bidestxistin. Ev yek hemwextî firîna balafirên keşfê yên Rûsî li asîmanê "Herêma bêçek" pêk hat.

SOHR'ê diyar kir ku balafirên şer ên Rûsî sê caran êrişên li ser çiyayê Şêx Berekat ê li derdora bajarê Daret Ize ê li gundewarê rojavayê Helebê pêk anîn, di heman demê de hêzên hikumeta Şamê bi moşekan êrişî herêma Kefer Ema li gundewarê rojavayê Helebê kir.

(dx)