Saziyên TEV-DEM'ê yên Hesekê çalakiyê li Sêmalkayê dewr girtin

Çalakvanên li Sêmalkayê xiyaneta PDK'ê û girtina deriyên sînor şermezar kirin û diyar kirin ku biryara girtina deriyên sînor komployeke navneteweyê ye ku dewleta Tirk a faşîst pêşengtiya wê dike, da ku vîna gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bişkîne.

Saziyên TEV-DEM'ê yên Hesekê çalakiyê li Sêmalkayê dewr girtin
30 kanûn, 2021   13:42
QAMIŞLO

Li deriyê sînor ê Sêmalkayê çalakiya bi banga Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê ya ji bo wergirtina cenazeyên gerîlayên ku di kemîna hêzên PDK'ê de şehdî bûne di roja xwe ya 87'an de berdewam dike.

Hêzên PDK'ê 28-29'ê Tebaxê li herêma Xelîfanê kemînek ji 7 gerîlayan re danî.  Li gorî daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG'ê, ji ber kemînê 5 gerîla şehîd bûn, yek birîndar bû û dîl hate girtin û yê din vegeriya nuqteya xwe.

Saziyên civaka sivîl ên TEV-DEM'ê yên bajarê Hesekê çalakiya îro dewr girtin.

 Çalakvanan li ber deriyê Pêşxabûr deqeyeke rêz girtin. Paşê hevserokê Nivîsgeha Rêxistinî ya TEV-DEM'ê yê Hesekê Ferhan Dawud axivî. Ferhan Dawud şehîdên azadiyê bi bîr anî û kiryarên PDK'ê yên radestnekirina cenazeyên şehîdan û hevkariya wê ya bi dewleta Tirk re şermezar kir.

Ferhan Dawud got, dijminê gelê Kurd hewl dide bi rêya derxistina fineyan di navbera gelê Kurd e, Peymana Lozanê vegerîne. Her wiha bang li gelê Başûrê Kurdistanê kir ku berpirsyartiyên xwe li hemberî şehîdan pêk bînin û ji bo radestkirina cenazeyên şehîdan destekê bide çalakiya wan.

Dawud îşaret pê kir ku biryara girtina deriyên sînor bi hinceta çalakiya ciwanan "derew e" û got, ev biryar komployeke navneteweyî ye ku faşîzma Tirk pêşengtiya wê dike da ku îradeya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

ANHA