​​​​​​​Parêzeran rêber Ocalan ji bo çûyîna Îmraliyê  careke din serlêdan kir

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan ji bo karibin muwekîlê xwe bibînin, serlêdaneke nû kirin.

​​​​​​​Parêzeran rêber Ocalan ji bo çûyîna Îmraliyê  careke din serlêdan kir
30 kanûn, 2021   10:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Parêzer Nevroz Ûysal, Serbay Koklu, Îbrahîm Bîlmez û Mazlûm Dînç ji bo karibin rêber Abdullah Ocalan bibînin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Saziya Înfazê ya Îmraliyê dan.

Rêber Abdullah Ocalan ku ji sala 1999'an û vir ve bi komployeke navneteweyî dîlgirtî ye, li Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê di nava tecrîdeke giran de tê hiştin.

Axaftina herî dawî ya bi rêber Ocalan re di 25'ê Adarê de bi rêya telefonê bi birayê wî re hatibû kirin. Ev axaftin jî nîvco hatibû hiştin.