​​​​​​​Gera heştemîn a dan û standinên nukleerî yên Îranê ji nû ve dest pê dike

Gera heştemîn a dan û standinên nûkleerî îro li Viyanayê dê ji nû ve dest pê bikin. Tehran amadehiya xwe ji bo pêkanîna lihevkirinê dike.

​​​​​​​Gera heştemîn a dan û standinên nukleerî yên Îranê ji nû ve dest pê dike
27 kanûn, 2021   09:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Fars a Îranê, şandeya Îranê ya dan û standinan bi hemû hêza xwe ji bo erka xwe amade ye û ji bo berdewama dan û standinan dê li bajêr bimîne.

Ajansê agahiyên xwe spartên çavkaniyeke fermî û diyar kir ku Tehran amade ye ku dan û standinan bidomîne, eger alîyên din amade bin ku li ser dan û standinên bingehîn bisekinin.

(dx)