Pêkhateyên Qamişlo: Fikirê rêbertî ji tevahî gelên bindest re rêya xelasiyê ye

Pêkhateyên bajarê Qamişlo diyar kir ku fikirê rêbertî ji tevahî gelên bindest re rêya xelasiyê ye û gotin, ew ê têkoşîna xwe heta azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan dewam bikin.

Pêkhateyên Qamişlo: Fikirê rêbertî ji tevahî gelên bindest re rêya xelasiyê ye
14 kanûn, 2021   02:48
QAMIŞLO-SOLÎN EHMÊ

Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê destnîşan kir ku rêber Abdullah Ocalan ji her pirsgirêkeke li herêmê çareseriyeke guncaw pêşniyar kiriye û girîngtirîn çareserî ku di parêznameya xwe ya pêncemîn de îşaret pê kiriye, fikireya biratiya gelan û neteweya demokratîk e. Rêber Ocalan li ser vê yekê wiha dibêje: "Têkoşîna hevpar a hemû rêxistin, tevgerên siyasî û jiyana hevbeş a di navbera hemû gelê cîhanê de, garantiya aştî û ewlehiyê ye, her wiha rêya ya birûmet a ku dawî li kapîtalîzim, neteweperstî û dîroka zilmê tîne."

Pêkhate li dijî hemû siyaset û kiyarên dewletên desthilat û kapîtalîst berxwedana xwe li ser bingeha fikirê Ocalan dewam dikin.

ꞌJI HEMÛ GELAN RE DIBISTANEKE FIKIRÎ YEꞌ

Têkildarî mijarê welatiyê ji pêkhateya Ermen a li bajarê Qamişlo Karebêt Manok axivî û got, rêber Abdullah Ocalan ji bo pêkhate û hemû beşên civakê dibistaneke fikirî ye û wiha gotina xwe dewam kir: "Fikirê rêbertî ji hemû gelên bindest re rêya xilasiyê ya ber bi jiyaneke azadî û demokratîk ve ye. Rêbertî fikireya jiyana hevbeş û neteweya demokratîk di nav gelan de bi cih kir da gel li ser vê bingehê xwe û dîroka xwe ji siyasetên dewletên kapîtalîst biparêzin."

Manok bal kişand ser tecîrda giran a ku faşîzma dewleta Tirk ji beriya 22 salan ve li ser rêber Abdullah Ocalan ferz kiriye û got: "Dewletên hegemonîk hewl dide fikirê demokratîk sînordar bike, ji lew re tecrîdeke giran li ser rêber Ocalan dide meşandin. Ruxmî siyset û kiryarên faşîzma Tirk, ev fikir gihaşt hemû cîhanê."

Karebêt Manok destnîşan kir ku divê civaka navneteweyî bi berpirsyariya xwe rabe û tecrîda li ser rêber Ocalan rake û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Em ji têkoşîna xwe venagerin û em ê piştgiriya fikir û felsefeya rêber Ocalan bikin û banga azadiya wî ya fîzîkî dikin."

'GEL LI DIJÎ SIYASETÊN DEWLETÊN KOMPLOGER HEVGIRTÎ NEꞌ

Welatiya bi navê Delal Bidûr a ji pêkhateya Ereb got, rêber Ocalan rêberekî neteweyî ye, ji bo mirovahiyê û tevahiya civakan tê dikoşe, her wiha aştî û fikirê demokratîk li Rojhilata Navîn belav dike da hemû pirsgirêkên heyî werin çareserkirin.

Delal Bidûr îşaret bi girêdana pêkhateya Ereb bi fikir û felsefeya rêber Ocalan kir û wiha dewam kir: "Hemû pêkhate li ser bingeha fikirê Ocalan tê dikoşin ji ber ku fikrekî neteweyî ye û li dijî fikirê paşverû yê hêzên desthilat e ku ji beriya hezaran sal ve hewl didin di nav civakan de xurt bikin."

Delal Bidûr her wiha bang li gelê Rojhilata Navîn kir ku li dijî siyasetên dewletên komploger hevgirtina xwe ava bikin û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Dewletên komploger bi rêya tecrîda girankirî ya li ser rêber Abdullah Ocalan hewl didin azadiya civakan têk bibin."

ꞌEM Ê TÊKOŞÎNÊ LI SER BINGEHA FIKIRÊ RÊBERTÎ BERDEWAM BIKIN'

Welatiya bi navê Leyla Keleş a ji pêkhateya Kurd tecrîda li ser rêber Ocalan şermezar kir û wiha pê de çû: "Em ê li ser bingeha fikir û felsefeya rêbertî têkoşîna xwe dewam bikin û çiqasî dewletên herêmî hewl bidin tecrîdê ferz bikin dê nikaribin moral û vîna Kurdan bişkînin."

Di dawiyê de Leyla Keleş banga xwedîderketina li fikir û felsefeya rêber Ocalan û xurtkirina têkoşînê li hemû civakê kir, da azadiya fîzîkî ya rêbertî misoger bikin.

(eh)

ANHA