Dewleta Tirk rîskeke gerdûnî ye

Dewleta Tirk rîskeke gerdûnî ye
14 kanûn, 2021   01:45

RAUF KARAKOÇAN

Polîtîkayên desthilata faşîst a li Tirkiyê li herêma xwe pirsgirêkan derdixe û van pirsgirêkan ji asta herêmî heta asta gerdûnî berfireh dike. Eger neyê sînordarkirin, dê xetere li herêmên nû jî belav bibe.

Demeke dirêj êrişên xwe yên li hemberî Herêmên Parastina Medyayê, kampa penaberan a Mexmûrê, Bakur û Rojavayê Sûriyê (Rojava) û Şengalê dewam kirin û pêşî li wan nayê girtin. Dema ku mirovên bêguneh ên li van qadan dibin hedef û tên kuştin, helwesta kor û ker û bêhestiyar a hiqûqa navneteweyî dewam dike. Heke bîlançoya êrişên li hemberî cih û warên sivîlan bihata çêkirin, dê bandora şer baştir bihata dîtin. Tevî ku Kurd bi şerekî qirkirinê re rû bi rû ne jî, ev şerê qirêjî nayê dîtin.

Êrişên li dijî Kurdan li gorî tu rêgezên hiqûqa navneteweyî, peyman û bendan nîn in. Heçku ku Kurd li herêmekê dijîn ku hiqûqa navneteweyî lê nîn e. Bi bêhediyeke ku di hiqûqa şer de jî nîn e, êrişî Kurdan dikin. Her roj sûcên dermirovî dikin, hemû cureyên terorê pêk tînin.

Tiştê ku li Efrînê rû da, mînaka herî şênber a terora dewleta Tirk e. Heta darên zeytûnê jî, li gel xweza û mirovan qetil dike. Gelo ma mafê gelê Kurd nîn e ku xwe biparêze? Ma tu çare nîn in? Heke mafê wî yê parastinê hebe, divê çawa be? Divê ev pirs bên pirskirin.

Tevgera azadiyê ya Kurd ji ber ku mafên xwe yên rewa diparêze, di lîsteyên terorê yên sîstema kapîtalîst de ye. Ji dewleta Tirk re ku terorê dike, terorîst nayê gotin lê ji PKK’ê re ku ji bo hebûnê tê dikoşe wek 'terorîst' tê binavkirin. Ev yek jî nîşan dide bê ka kapîtalîzm sîstemeke bi çi rengî ye.

Rewşeke din a sosret jî ew e ku hêzeke hevkar û xiyanetkar a mîna PDK'ê jî di nava van polîtîkayan de cih digire. Di êrişên dawîn ên DAIŞ'ê de pêşmerge û sivîl hatin qetilkirin. Lê li şûna çek, alavên xwe ji bo şerê li dijî DAIŞ'ê bi kar bîne, li dijî PKK'ê bi kar tîne. Ji bo êrişên Mexmûr û Şengalê zemînekê datîne, xulamtiya dewleta Tirk dike. Sûcên PDK'ê yên li herêmê kêmî yên dewleta Tirk nîn nin.

Dijminahiya dewleta Tirk a li dijî Kurdan bûye pirsgirêka sereke ya Rojhilata Navîn. Ji Sûriyê bigire heta Lîbya, Misir, Îmarat, Sûdan, Etiyopyayê ji bo ku hemû nakokiyên herêmî bikin sedema şeran çi ji destê wan tê, dikin. 

Li Derya Spî jî polîtîkayên êrişkariyê yên bi heman rengî didomîne. Her çend bê wate û bê mantiq xuya bike jî, armanc ew e ku bi afirandina kaosê kare xwe bimeşîne. Li Qefqasyayê eniyek vekir û destwerdana herêmeke din kir. Di şerê Ermenistan û Azerbêcanê de mudaxele kir û li wir jî bû aktorek. Berê xwe da aloziya li Ukraynayê jî hewl dide wê aloziyê gur bike.

Li eniya Yewnanistanê jî pirsgirêkeke nû li bendê ye. Pirsgirêka giravan, hebûna pirsgirêkên domdar ên kronîk ên wekî mafên qadên deryayî yên Egeyê, carinan ji xwe re dike navgîna polîtîkaya navxweyî. Dibe ku krîza bi Yewnanistanê re di dema pêş de bibe pirsgirêkeke girantir.

Polîtîkaya sûdwergirtina ji hevsengî yan jî bêhevsengiyên Amerîka û Rûsyayê, zêde encamên mayînde nedanê, lê li herêmê bûye acizî. Pozîsyona wê ya wekî êrişkar, dibe sedema tevlihehiyn nû û xwedî wê ferasetê nîn ku van tevliheviyan safî bike. Tenê em nabêjin dijminatiya Kurdan Tirkiye ber bi têkçûnê ve biriye. Tevî ku hemû partiyên muxalîf heman tiştî nebêjin jî, bi xwe jî dibinin ku Tirkiye ber bi hilweşînê ve diçe.

Hewldanên Tirkiyê yên bi armanca ku li Ewropayê jî bêîstîqrariyê çeke, dewam kirin. Çeka wî ya herî mezin penaber bûn. Tirkiye ji bo bazirganiya narkotîkê bûye welatekî kêrhatî û bazirganiya mirovan mirovan jî bi hêsanî dikin. Di mijarên narkotîk û penaberan de bûye welatekî transît. Manewrayên cuda kirin, bi awayekî hekser gef xwarin. Penaber li ser sînorê Yewnanistanê kom kirin û hewl da bêhtir fonên Ewropayê bi dest bixe.

Bi rêya penaberan çêkirina krîzan didomîne. Ev karesata wî ya dawî rê li ber drameke nû vekir; bi piranî Kurd ber bi sînorê Belarûs-Polonyayê ve çûn. Eşkere dikin ku biryarên DMME û Konseya Ewlehiyê ya Yekitiya Ewropayê di hiqûqa xwe ya navxweyî de bi cih naynin. Lê ji ber hin sedeman, ji saziyên Ewropayê dengek jî nîn e.

Tevî ku ne tenê di nava sînorên xwe de zilmê dike, di heman demê de li derveyî sînorên xwe jî êrişên terorîstî dike, dewleta Tirk rastî tu cezayên navneteweyî nayê.

Ev hemû jî vê yekê nîşan didin; dîktatoriya li Tirkiyê ji bo cîhanê rîskeke gerdûnî ye.