Li Serêkaniyê krîza aborî girantir dibe

Dewleta Tirk a dagirker piştî ku Serêkaniyê talan kir, gel jî neçarî bêkarî û xizaniyê kir. Jin û zarok li kolanan etariyê bikin û hewl didin pê debara xwe bikin.

Li Serêkaniyê krîza aborî girantir dibe
Li Serêkaniyê krîza aborî girantir dibe
Li Serêkaniyê krîza aborî girantir dibe
Li Serêkaniyê krîza aborî girantir dibe
12 kanûn, 2021   04:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Dewleta Tirk a mêtinger û çeteyên wê di sala 2018'an de Efrîn û di sala 2019'an de Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirin û li van herêman talaneke mezin kir.

Dewleta Tirk hemû çavkaniyên aborî yên Efrînê desteser kirin, bi deh hezaran darên zeytûnan birîn, rûnê zeytûnan talan kir û li bazarên cîhanê bi navê "malê Tirkan" firot.

Dewleta Tirk û çeteyên wê heman talan li Serêkaniyê û Girê Spî jî pêk anîn û par jî bi hezaran ton genimê herêmê desteser kir û şand Tirkiyê.

Li aliyê din dewleta dagirker malbatên çeteyan ên ji deverên cuda yên cîhanê li herêmê bi cih dike û zeviyên şêniyên li herêmê mane desteser bike, mal û milkê wan talan dike ku bi vê yekê hewl dide wan birçî bihêle û bide koçberkirin.

Di encama talana li Serêkaniyê de, bêkarî û pirsgirêkên aborî pir zêde bûne. Heta zarok jî neçar in bixebitin û li kolanan etariyê dikin.

Çavkaniyekî ji Serêkaniyê li ser krîza aborî ya li bajarê dagirkirî agahî da û ji ber ewlehiyê nexwest navê xwe eşkere bike. Çavkanî diyar kir ku ji ber bêkariya zêde û krîza aborî gel bi birçîbûnê re rû bi rû ye û got pirsgirêkên mezin ên aboriyê hene, jinên pîr û zarok neçar mane li kolanan etariyê bikin.  

Li ser krîza aborî ya li bajêr çavkanî ev agahî dan: "Mirov debara xwe ya rojane jî bi zehmetî dikin. Pîrejin û zarok jî ji bo ku destekê bidin malbatê û debara xwe ya rojane bikin, li kolanan etariyê dikin. Kar tune ye. Jinên pîr û zarok li kolanan nan difiroşin. Her wiha hejmara etaran roj bi roj zêdetir dibe. Pir zehmet e ku rojane nan bê peydakirin. Kesên ku hinekî derfetên wan hebin jî, hewl dide bi vî rengî debara xwe bike."

ANHA