Hêzên hikumeta Şamê gundewarên başûrê Idlibê topbaran kirin

Hêzên hikumeta Şamê deverên li gundewarên başûrê Idlibê topbaran kirin.  Li aliyekî din balafirên keşfê yên Rûsyayê li asîmanê çiyayê Zawiyê, Sehl Xab û çiyayê Ekrad geriyan.

Hêzên hikumeta Şamê gundewarên başûrê Idlibê topbaran kirin
9 kanûn, 2021   09:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriye (SOHR), balafirên Keşfê yên Rûsya ji beriya çend seatan ve li asîmanê çiyayê Zawiyê, Ekrad û Sehl Xab digerin. Her wiha hêzên hikumeta Şamê deverên li Sefhon, Barê, Fitêra û Filêfil li gundewarên başûrê Idlibê topbaran kirin.

Hêzên hikumeta Şamê, çekdarên alîgirên wê û çeteyên Fetih El-Mobîn li eniyên Meşarî li Sehl Xab bi çekên giran pev ketin. Derbarê zirarên canî de tu agahî nehatin bidestxistin.

(dm)