Ji Kobaniyan peyama piştevaniyê ji bo çalakgerên li Sêmalkayê

Cîgirê Hevserokatiya PADK’ê Nîhad Remê piştevaniya xwe ji çalakgerên li deriyê Sêmalkayê re nîşan da û da zanîn ku gelê Kurd yek e, azar û doza wî yek e û dê kiryarên PDK’ê ji bîr neke.

Ji Kobaniyan peyama piştevaniyê ji bo çalakgerên li Sêmalkayê
8 kanûn, 2021   08:41
KOBANÊ

Têkildarî şehîdxistina 5 gerîlayan di 28’ê Tebaxê di kemîna hêzên PDK’ê de li herêma Xelîfanê ya Başûrê Kurdistanê û dîlgirtina gerîlayekî, siyasetmedarê Kurd û cîgirê Hevserokatiya Partiya Aştiya Demokratîk a Kurdistanê (PADK) Nîhad Remê axivî.

Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Cizîrê di 5’ê Cotmehê de li deriyê Sêmalkayê ji bo wergirtina cenazeyên şehîdan û eşkerekirina çarenûsa revandiyan kon veda, lê PDK’ê cenazeyan radest nake û çarenûsa revandiyan eşkere nake. Malbatên şehîdan diyar dikin ku dê çalakiyên wan berdewam bike heya ku cenzayên şehîdên xwe werbigirin.

‛DIVÊ PDK'Ê BI LEZ XWESTEKÊN ÇALAKGERAN BI CIH BÎNE'

Li ser mijarê, siyasetmedarê Kurd Nîhad Remê wiha got: "Karên çalakgerên li deriyê Sêmalkayê berxwedan e û ji PDK’ê dixwazin ku cenazeyê gerîlayên şehîd radest bikin. Ji lew re divê PDK’ê bi lez xwestekên çalakgeran bibersivîne. Ji ber ew şehîd şehîdên me tevan e."

Remê behsa tevkariya PDK’ê bi dewleta Tirk re kir û ev tişt got: "Dijmin nabe dost, divê em bi hev re bixebitin da ku vê komployê têk bibin û ji bo azadiyê em tê bikoşin."

‛ PDK’Ê BERJEWENDIYÊN LI SER XWÎNA GELÊ KURD DIMEŞÎNE’

Remê  da zanîn ku gelê Kurd  kiryara ku PDK’ê kiriye ji bîr nake û wiha domand: "Ji ber PDK'ê xwedîdîrokeke reş e. Ev siyaset jî ji bo berjewendiyên dewleta Tirk e. Her wiha PDK’ê xwestekên dewleta Tirk pêk tîne, da ku berjewendiyên xwe li ser xwîna gelê Kurd û doza wî

Siyasetmedarê Kurd û cîgirê Hevserokatiya PADK'ê Nîhad Remê wiha dawî li gotina xwe anî: "Gelê Kurd yek e, azar û doza wî yek e. Tu ferq di navbera me de tune ye. Em şêniyên Kobanê piştevaniya xwe ji çalakgerên li deriyê Sêmalkayê re nîşan didin ku banga wergirtina cenazeyên şehîdên xwe dikin. Em berxwedana wan silav dikin, li kêlek wan in, çi ji me bê xwestin em ê pêk bînin. Em ji çalakgeran re dibêjin heta xwestekên we pêk werin tê bikoşin."

(fr)

ANHA