Azad Hisên: Dewleta Tirk êzidî û vîna wan a azad hedef digire

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Şangalê Azad Hisên got, dewleta Tirk kesayetên ku rola wan di rêxistinkirina civaka êzidî  de heye hedef digire da ku civakê bê rêxistin û vîna azad bihêle. Her wiha diyar kir ku hikumeta Iraqê berpisra êrişên li ser Şengalê ne.

Azad Hisên: Dewleta Tirk êzidî û vîna wan a azad hedef digire
8 kanûn, 2021   07:13
NAVENDA NÛÇEYAN-SÎPAN SILO

Duh danê nîvro derdora saet 14:00’an balafireke bêmirov a dewleta Tirk erebeya Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Şengalê Merwan Bedel li navçeya Xanesorê  bombebaran kir û di encamê de şehîd bû.

Têkildarî mijarê, cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Şengalê Azad Hisên wiha got: "Êrişên li dijî kesayetên êzidî yên ku rola wan a di rêxistinkirina civaka êzidî de mezin e ranewestiye, armanc ji vê yekê ew e ku civaka bê rêxistin û  bê vîna azad bimînin, her wiha da ku parastina destkeftiyên xwe nekin."

Hisên bi bîr xist ku destpêkê endamê Koordînasyona Civaka Êzidî Mam Zekî Şengalî şehîd xistin, dûvre fermandarê YBŞ’ê Zerdeşt Şengalî û Mam Beşîr Şengalî, Seîd Hesen û  îro jî Merwan Bedel şehîd xistin.

Hisên ev tişt lê zêde kir: "Her yek ji wan şehîdan sembola azadiya civaka êzidî ye. Rola wan di destkeftiyên êzidiyan li Şengalê de ji damezrandina Rêveberiya Xweser, hêzên leşkerî û ewlehî, mezin e."

Hisên diyar kir êzidî baş dizanin ku dewleta Tirk ji dema osmaniyan ve hewl dide çanda êzidî qir bike û wiha domand: " Piştî fermana dawî ya 2014’an êzidî gihaştin merheleyeke girîng e û tevahî roleke pêşeng dilîzin da ku tu fermanên din pêk neyên.

Hisên da zanîn ku êrişa li dijî Merwan Bedel di rojên rojiya pîroz ên li gel êzidiyan û amadekariyên veguhestina cenazeyên şehîdên komkujiya gundê Koço ber bi goristana gund ve hate kirin û got: "Ev ne tesaduf e, lê belê berê hatiye plankirin da ku vîna êzidiyan têk bibin."

'DEWLETA TIRK JÎ BERPIRS E'

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Şengalê Azad Hisên destnîşan kir ku hikumeta Iraqê jî berpirsên êrişên li dijî Şengalê ye û wiha dawî li gotina xwe anî: "Gelo çawa dewleteke îdia dike ew xwedî serwerî ye dihêle balafirên dewleta Tirk li asîmana Şengalê bigerin û êrişên li dijî xaka wê pêk bînin û neyê muhasebekirin."

(fr)

ANHA