Mezlûm Ebdî: Yekitiya nîştimanî êdî girîngiyeke stratejîk e

Fermandarê Giştî yê QSD`ê dilovanî ji giyanê pêşmergeyên di êrişên DAIŞ`ê de şehîd bûne re, xwest û piştrast kir ku ji bo sekinandina li hemberî xeteriyan êdî yekitiya nîştimanî girîngiyeke stratejîk e.

Mezlûm Ebdî: Yekitiya nîştimanî êdî girîngiyeke stratejîk e
7 kanûn, 2021   11:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mezlûm Ebdî têkildarî êrişên çeteyên DAIŞ`ê li dijî hêzên Pêşmergeyan û Başûrê Kurdistanê, li ser hesabê xwe yê Twitterê peyamek da.

Twitta Mezlûm Ebdî wiha ye:

“Em êrişên rêxistina DAIŞ`ê ya terorîst li dijî hêzên Pêşmergeyan û Herêma Kurdistanê bi fikar dişopînin.

Dilovanî ji bo giyanê şervanên di êrişên DAIŞ`ê de şehîd bûne re. Em teqeziyê li ser xurtkirina koordîne û hevkariya leşkerî û ewlehî ji bo têkoşîna li dijî DAIŞ`ê dikin. Em piştrast dikin ku ji bo sekinandina li hemberî xeteriyan yekitiya nîtşimanî êdî girîngiyeke stratejîk e.”

(cx)