Newroz Uysal wê biryarên Konseya Ewropayê binirxîne

Ajansa me îro bernamek taybet li ser biryarên Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê bi nirxandinên yek ji parêzera rêber Abdullah Ocalan Newroz Uysal diweşîne.

Newroz Uysal wê biryarên Konseya Ewropayê binirxîne
3 kanûn, 2021   15:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ku ji çavdêrîkirina biryar û biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) berpirsyar e û her ji sê mehan carekê dicive, di navbera 30'ê Mijdar-2'ê Kanûnê de li bajarê Strasboûrgê yê Fransayê civiya.

Encamnameya civîna 3 rojan bi biryara xwe bi 7 sernavan bi dawî bû. Wateya wan biryaran çi ye, wê bi xwe re çi bîne, çima di demek wiha de ev civîn hat lidarxistin?

Ji parêzerên rêber Abdullah Ocalan, Newroz Uysal îro di hevpeyîneke taybet bi ANHA'yê re bersiva van pirsan dide.

Bernameya taybet saet 20:00'an li gorî dema Rojavayê Kurdistanê li ser malper ajansa me û hesabên wê yên medya sanal tê weşandin.

https://www.youtube.com/channel/UCW353iupRhL8OspPE50U2dg

https://www.facebook.com/kuhawarnews

/kr/

ANHA