Kesayeta welatparêz Şeha Osman jiyana xwe ji dest da

Kesayeta welatparêz Şeha Osman dayika şehîd Rêwan Tirbespiyê di temenê xwe yê 48 salî de ji ber krîza dil jiyana xwe ji des tda.

Kesayeta welatparêz Şeha Osman jiyana xwe ji dest da
29 mijdar, 2021   16:25
QAMIŞLO

Kesayeta welatparêz a Kurd, Şeha Osman vê êvarê  ji nişka ve ji ber krîza dil li navçeya Tirbespiyê jiyana xwe ji dest da.

Şeha Osman dayika şervanê YPG'ê  û endamê Tevgera Çand û Hunerê ya Tirbespiyê şehîd Rêwan Tirbespiyê ye.

Şeha Osman ji kesaytên welatparêz bû yên ku Tevgera Rizgariya Kurdistanê nas kir û bi salan di têkoşîn kir. Ji destpêka Şoreşa Rojava ve bi zarokên xwe ve di nava saziyên Rêveberiya Xweser de xebitî û ji kesên destpêkê bû yên ku beşdarî çalakiyan dibû.

Şeha Osman endama rêveber a Meclisa Malbatên Şehîdan a Tirbespiyê ye.

Merasîmê veşartinê cenazeyê Şeha Osman wê li gundê Dugurê yê Tirbespiyê were lidarxistin.

ANHA