Yûsifê yek salî ji bo ku tedawî bibe li benda alîkariyê ye

Zarokekî yek salî li bajarê Hesekê li benda pêşerojeke ne diyar e, ji ber nebûna derfetên pêşketî yên tenduristiyê û paşguhkirina rêxistinan.

Yûsifê yek salî ji bo ku tedawî bibe li benda alîkariyê ye
29 mijdar, 2021   09:10
HESEKÊ-HENAR ÎBRAHÎM

Nexweşiya "leukodystrophy" roj bi roj li pitikê bi navê Yûsif Mehmûd girantir dibe. Her wiha gihaştiye asteke pir giran ku êdî nikare baş nefesê hilde û sîngê wî kul bûye. Nexweşiya leukodystrophy, genetîk e.

Yûsif Mehmûd tevî 5 kufletên malê li taxa Ezîziyê ya Hesekê dijî, rewşa wan a debarê jî dijwar e. Dayik jî ji ber nexweşiya zarokê xwe naxebite û bav jî karker e.

Têkildarî nexweşiya Yûsif dayika wî Kînaz Mehmûd wiha axivî: "Piştî çend mehan ji zayîna Yûsif, min dît ku serê wî mezin dibe û tevgera wî jî pir kêm e. Her wiha tiliyên wî yên destan jî ne durist bûn, hemû endamên sehkirinê nedixebitîn. Li ser vê yekê me ew rakir Şamê û gelek teşxîs jê re çêkirin. Bijîşkan got, mezinbûn li cem Yûsif tune ye. Her wiha got, ev nexweşiyeke zikmakî ye û kêm kes pê dikevin."

Li gorî bijîşkan ji dayika Yûsif Mehmûd re gotiye; pêwîstiya kurê wê bi neştergeriyeke giran heye û ev jî li nexweşxaneyên Sûriyê nayê çêkirin. Li gorî bijîşk dibêjin; kêm zarok bi vê nexweşiyê dikevin.

Kînaz Mehmûd wiha berdewam kir: "Li gorî bijîşkan ger neştergeriyên pêwîst ji zarokê min re çênebin, dê nezêdetirî 5 salan nejî. Ji ber ku şaneyên mêjî dê hêdî hêdî bimirin. Bi hêvî me zarokê min baş bibe.”

Malbata Yûsif bang li rêxistinên navneteweyî kir ku ji bo dermankirina nexweşiya zarokê wan, jê re bibin alîkar.

(eh)

ANHA