Piştî kuştina 23 leşkerên Sûdanê, El-Burhan çû Feşqayê

Piştî ku di encama êrişeke komên çekdarên Etiyopyayê ya li dijî herêma nakok Feşqayê de 23 esfer û leşker hatin kuştin, fermandarê giştî yê hêzên çekdar ên Sûdanê Ebdulfettah El-Burhan çû Feşqayê da ku rewşa li ser sînorên rojhilatê welêt bişopîne.

Piştî kuştina 23 leşkerên Sûdanê, El-Burhan çû Feşqayê
29 mijdar, 2021   10:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî toreya El-Erebiye, fermandarê giştî yê hêzên çekdar ên Sûdanê Ebdulfettah El-Burhan îro  çûye Feşqayê da ku rewşa hêzên çekdar ên li ser sînorên rojhilatê welêt bişopîne.

Piştî ku di encama êrişeke komên çekdarên Etiyopyayê ya li dijî Feşqayê de 23 esfer û leşker hatin kuştin, ev serdan pêk hat.

Artêşa Sûdanê ragihand ku di encama êrişên dawîn ên hêzên Etiyopyayê de bi dehan sivîl birîndar bûn û hatin kuştin.

 (dm)