​​​​​​​Wezîrên karên hundir ê Tirk bi dizî çû gundekî Cindirêsê ya Efrîna dagirkirî

Çavkaniyên herêmî ragihand ku wezîrê karên hundir ê dewleta Tirk Suleyman Soylu, bi awayekî veşartî çûye dergeha gundê Hemamê yê sînorî yê navçeya Cindirêsê ya girêdayî kantona Efrînê ya dagirkirî.

​​​​​​​Wezîrên karên hundir ê Tirk bi dizî çû gundekî Cindirêsê ya Efrîna dagirkirî
22 mijdar, 2021   12:22
ŞEHBA

Çavkaniyên herêmî eşkere kir ku wezîrê karên hundir ê dewleta Tirk Suleyman Soylu serdana dergeha sînorî ya li gundê Hemamê yê navçeya Cindirêsê kiriye.

Soylu di meha Tîrmehê de jî çûbû dergeha Hemam û saziyên dagirkeriya Tirk ên li Efrîn û Ezazê.

Piştî ku dewleta Tirk kantona Efrînê dagir kir, dergeha gundê Hemamê vekir da ku Efrînê bi parêzgeha Hatayê ve girê bide.

(dm)

ANHA