Rêxistinên zarokan banga parastina zarokan ji sûcên dagirkeriya Tirk kir

Nivîsgeha Parastina Zarokan a Desteya Kar û Barên Civakî ya Herêma Efrînê banga parastina zarokan ji sûcên dagirkeriya Tirk kir. Her wiha saziyên jinan û yên têkildarî tenduristî û lênêrîna zarokan li Hesekê tekezî li ser girîngiya parastina mafên zarokan kir.

Rêxistinên zarokan banga parastina zarokan ji sûcên dagirkeriya Tirk kir
20 mijdar, 2021   13:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi dehan zarokên herêma Efrînê bi boneya Roja Zarokan a Cîhanê li ber Hola Mîtan a Desteya Çand û Hunerê ya navçeya Ehdas a kantona Şehbayê kom bûn û daxuyaniyek da.

Zarokan wêneyên şehîdên komkujiya Til Rifatê ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di 2’yê Kanûna 2019’an de pêk anîbû, rakirin.

Daxuyanî bi kurdî ji aliyê jina ciwan Lava Sîdo, bi erebî ji aliyê zaroka bi navê Diyana El-Rifaî û bi zimanê îngilîzî ji aliyê parêzer Narîman Hisên ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Em wekî Desteya Kar û Barên Civakî û zarokên kantona Efrînê yên li Şehbayê, bi boneya 20'ê Mijdarê Roja Zarokan a Cîhanê, hevgirtina xwe bi qurbaniyên binpêkirina mafên zarokan re nû dikin. Em civaka navneteweyî û dewletên ku di vê peymanê de cih digirin, pabendbûn û rêzgirtina li ser sozên wan ji bo bicihanîna bendên îmzekirî ji bo avakirina paşerojeyeke bihêvî ji bo hemû zarokan bi bîr dixin. Her wiha em bang li hemû sazî û komeleyên mafên zarokan dikin ku xebatên xwe xurttir bikin û ji bo ku zarok ji zarokatiya xwe kêfxweş bibin, desteka pêwîst bidin."   

Her wiha Desteya Jinan a Nivîsgeha Parastina Zarokan di Şerên Çekdar de bi amadebûna endamên Komeleya Emîn, Rêxistina Ajyal û Heyva Sor a Kurd daxuyaniyek da raya giştî.

Daxuyanî li navenda lênêrîna zarokan a li bajarê Hesekê yê bakurê bajêr ji aliyê endama Komeleya Emîn Yara Xelîl ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku zarok pêşeroja civakan in, divê şert û merc ji bo jiyaneke ewle ji wan re bên duristkirin û bibin hêza çalak di pêşketina welatan de.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku aloziya li Sûriyê bandor li zarokan kiriye, wekî wêrankirin, koçberkirin ji ber rewşa aborî yên xwediyê wan zarokan û revandina ji ber şer.

(dx)

ANHA