ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 19-11-2021

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 19-11-2021
19 mijdar, 2021   00:00

-Meclisa Edaleta Jin konferansa xwe li hola Edaleta Civakî ya Zanîngeha Rojava ya bajarê Qamişlo li dar dixe, saet 09:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Yekitiya Xwendekarên Demokratîk a Herêma Cizîrê konferansa xwe li Zanîngeha Rojava ya bajarê Qamişlo li dar dixe, saet 09:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Çalakiya li deriyê Sêmalka ya bi daxwaza wergirtina cenazeyên gerîlayan di roja 46'an de berdewam dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Komîteya Şopandinê ya di encamên kongreya MSD'ê de hate avakirin, civînekê li bajarê Hesekê li dar dixe, saet 09:30'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêxê eşîra Sada li Sûriyê û Iraqê Şêx Hisên Sada got, dewleta Tikr Ereban beriya Kurdan dike hedef û diyar kir ku eşîrên Ereb xwe di nava QSD'ê de bi rêxistin kir û amade ne bersiva êrişên Tirkiyê bidin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hiqûqnas Beşîra Cemaledîn diyar kir ku dewleta Tirk a li dijî Kurdan çekên kîmyewî bi kar tîne hemû pîvanên mirovî û qanûnî bin pê dike û got, divê civata navneteweyî komîteyekê bişîne Başûrê Kurdistanê ku derbarê bikaranîna van çêkan de lêkolîn bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên navçeya Zirganê destnîşan kir ku li dijî dewleta Tirk û çeteyên wê dê her tim li ber xwe bidin û got: "Ruxmî êrişên rojane, em li ser xaka xwe ne." (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

- Malbatên çeteyên Roj beşdarbûna zarokên wan di êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî HPG`ê de ji aliyê PDK`ê ve, şermezar kir û bang li zarokên xwe kir ku çekan deynin û vegerin cem malbatên xwe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Gêlo Îsa têkildarî şerê taybet got: "Ji bo têkbirina şerê taybet divê civaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê destekê bide Rêveberiya Xweser." (BI WÊNE Û DÎMEN).

KURDISTAN

- Kesayetên welatparêz ên Kurdistanî, li ser dîroka damezrandina PKK’ê, rola wê di vejandina doz û kesayeta Kurd de, têkoşîna 40 salî û  cudahiya PKK’ê ji partiyên din, axivîn. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

- Dijminatiya Kendavê bi Hizbullah û Îranê re li ser qada Lubnanê gur dibe. Li aliyekî din jî nêzbûna Kendavê ya bi nûnertiya Îmaratê ji hikumeta Şamê re eşkere dibe. Gelo ev pêdeçûn dê bi xwe re çareyekê ji krîza dawî ya Lubnanê re bîne?Gelo dê ev çare derbasî hikumeta Lubnanê bibe ku civînên xwe digel serhişkiya Hizbullah li hember doza lêpirsînerê edlî Tariq Bîtar li dar bixe? (BI WÊNE).

CIVAK Û JIYAN

- Koçberên Serêkaniyê yên li kampan dimînin piştî ku axa wan ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hate dagirkirin û rêxistinên mirovî yên navneteweyî di pêkanîna erkên xwe de têk çûn, bi hatina zivistanê re dê bi êş û azarên mezin re rû bi rû bimînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Kongra Star a Helebê ji bo dayîkên ku di saziyan de dixebitin, baxçeyên zarokan vekirin. Dayîkan bi vê gave kêfxweşiya xwe anîn ziman, ji ber ku ne dikarin zarokên xwe li mal bihêlin û ne jî dikarin bi xwe re bibin ser kar. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA