​​​​​​​YPG’ê, li Hesekê şaneyeke girêdayî MIT’a Tirk girt

YPG’ê ragihand ku li Hesekê şaneyeke ji 3 kesan ku girêdayî MIT’a Tirk e girt. Şaneyê amadekariya êrişên li dijî herêmê dikir.

​​​​​​​YPG’ê, li Hesekê şaneyeke girêdayî MIT’a Tirk girt
17 mijdar, 2021   14:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Têkildarî mijarê Navenda Ragihandin û Çapmeniya YPG’ê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de ev hate gotin:

Dewleta Tirk a dagirker her roj êrişên xwe yên li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê zêdetir dike û ji bo ev êrişên xwe rewa bide nîşandan her cûre polîtîkayên qirêj dimeşîne. Di çarçoveya wan polîtîkayan de ji bo êrişên xwe yên dagirkeriyê zêdetir bike xebatên istîxbarî daye meşandin. Di mehên Cotmeh û Mijdarê de, piştî demeke şopandinê ji aliyê Tîmên Operasyonên Taybet ve li Hesekê operasyonek li hember şaneyek ku xebatên istixbaratê didan meşandin, hat lidarxistin. Di vê operasyonê de kesên bi navên Ehmed Elî El- Ehmed, Ebdurehman Mihemed Şehab û Morteda Ebdulsetar Derwîş ku ji bo MÎT’a dewleta Tirk dixebitîn, hatin girtin. Ev her 3 kes ji aliyê Dadgeha Leşkerî ve hatin dadgehkirin û li xwe mikûr hatin ku bi talîmata MİTê ve, di herêmê de amadekariyên êrişan kirine.

ANHA