Hêzên Ewlehiya Sûdanê gaza rondikrêjê li dijî xwepêşandêran bi kar anî

Hêzên Ewlehiya Sûdanê li Xertûmê li dijî xwepêşandêran gaza rondikrêjê bi kar anî. Di ‎encamê de xwepêşandêran birîndar çêbûn. Her wiha çalakvanan diyar kir ku hêzên ewlehiyê beriya ‎xwepêşandan dest pê bike gelek kes muxalefetê girtin.‎

Hêzên Ewlehiya Sûdanê gaza rondikrêjê li dijî xwepêşandêran bi kar anî
17 mijdar, 2021   14:17
NAVENDA NÛÇEYAN ‎

Dezgehên Çapmeniyê eşkere kir ku hêzên ewlehiyê nehişt çûn û hatina di navbera Xertûm û Um Dirman de çêbibe û pira Nîl El-Ebyed girt. ‎

Çalakvan û sendîkayan duh bang kir ku roja çarşemê xwepêşandana bi diruşma "Milyoniya 17’ê Mijdarê" li dar bixin ku kontrolkirina artêşê li ser desthilatê red bikin, her wiha komîteyên li Xertûmê teqez kir ku rêgeza wan spartiye; ne hevkarî, ne danûstandin û ne wekhevî anku ew diyaloga bi desthilatên leşkerî re nakin.

Ji 25’ê Cotmehê ve ji dema Sûdan ket bin serweriya artêşê li Sûdanê rewşa ewlehî ‎tevlîhev e û li dijî desthilatiya leşkerî xwepêşandan li dar in.

Di xwepêşandanên heta niha li dar ketine de, bi dehan kuştî û birîndarên sivîl hene, li gel wê jî bangên navneteweyî ji artêş û saziyên ewlehî re hene ku tundiyê li dijî xwepêşandêran bi kar neynin. ‎

(dm)