Civîna Astanayê dê di 20`ê Kanûnê de li dar bikeve

Wezîrê karên derve yê Kazaxistanê ragihand ku li ser lidarxistina civîna wezîrên karên derve yên dewletên garantor ên gera Astanayê ya têkildarî Sûriyê, hatiye lihevkirin ku di 20`ê Kanûnê de li hev bicivin.

Civîna Astanayê dê di 20`ê Kanûnê de li dar bikeve
16 mijdar, 2021   09:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê karên derve yê Kazaxistanê Muxtar Tîleuberdî ji rojnameya El-Yewm re axivî û got: “Amadekariyên me temam in ku dan û standinên têkildarî Sûriyê di 20`ê Kanûnê de li dar bikevin. Rûsyayê bi awayekî fermî muzakereyek ji me re şand. Niha em li benda aliyên din in ku muzakereyan bi rê bikin. Piştre em ê dest bi şandina vexwendnameyên fermî yên civînê bikin.”

Tîleuberdî wiha domand: “Niha lihevkirinek heye ku civîna wezîrên karên derve yên hêzên garantorên gera Astanayê (Rûsya, Tirkiye û Îranê) di çarçoveya dan û standinên Sûriyê de li Kazaxistanê li hev bicivin. Me jî piştrast kir ku ji bo lidarxistina civînê em amade ne. ”

Civîna 16`an a navneteweyî ya têkildarî aloziya Sûriyê ya 7 û 8`ê Tîrmehê de li paytexta nû ya Kazaxistanê Nûr Sultanê bi tevlêbûna şandeyên dewletên garantor, hikumeta Şamê û opozîsyona Sûriyê li dar ketibû.

Ruxmî ku gelek civîn li Astanayê li dar ketin jî lê aloziya Sûriyê çareser nebûye.

(şx)