Komîteya Sotemeniyê ya Hesekê soza çareserkirina pirsgirêka kehrebeyê da

Komîteya Sotemeniyê ya Bajarê Hesekê diyar kir ku belavkirina mazotê li welatî û cotkaran, dibe sedem ku parên jenertoran kêm bibe û di encamê de saetên dana kehrebê kêm dibin. Komîteyê soz da ku di demeke nêzî de vê pirsgirêkê çareser bike.

Komîteya Sotemeniyê ya Hesekê soza çareserkirina pirsgirêka kehrebeyê da
13 mijdar, 2021   06:37
HESEKÊ-HENAR ÎBRAHÎM

Li Hesekê xwediyên jenertoran zêde kehrebe nadin, li hemberî vê yekê welatiyan nerazîbûnên xwe nîşan didin, ji ber ku bi kêmkirina para Sûriyê ji ava çemê Firatê re ji aliyê dewleta Tirk ve saetên dayîna kehrebê ya giştî kêm bûn.

Hesekê yek ji mezintirîn bajarên herêma Cizîrê û navenda kantonê ye. Li gorî saziyên Rêveberiya Xweser ên li kantonê, nifûsa wê derdora 500 hezarî ye û zêdetirî 100 hezar koçber û penaber lê bi cih bûne.

Di aliyê rêxistinî de, bajêr dabeşî 3 aliyên sereke hatiye kirin; Rojhilat, rojava, başûr. Her yek ji gelek taxan pêk tê. Aliyê rojhilat ji 6 taxan; Miftî, Xişman, Saliyê, Telai, Ezîziyê û taxa Eskerî pêk tê.  Aliyê rojava jî ji  taxên Til Hecer, Nasra, Kelasê û Mişêrfê" û aliyê başûr ji taxên  "Neşwe Rojhilat, Neşwe Rojava, Xiwêran, taxa Zihûr û Lêliyê" pêk tên.

Şêniyên bajar bi rêya jenertoran "Empêran" kehrebeyê dabîn dikin, nemaze piştî saetên dayîna kehrebeya giştî ji ber kêmkirina rêjeya ava çemê Firatê ji aliyê dewleta Tirk ve kêm bûne.

Li bajarê Hesekê û gundewarê wê derdora 600 jenertoran hene û piraniya wan ên qadên taybet in.

Li hin taxan şênî zehmetiya kêmbûna saetên dayîna kehrebê dikişînin û li hin taxên din jî piştî ku xwediyên jenertoran jenertoran nema pêdixin kehrebe bi temamî qut bûye. Welatî ditirsin ku buhayê ampêran werin zêdekirin û bikin ji 5 heta 6 hezar lîreyên sûrî.

Welatiyê bi navê Mihemed Casim ê ji taxa Ezîziyê derbarê qutbûna kehrebê de giliyên xwe anî ziman û wiha axivî: "Ji beriya çend rojan xwediyên jenertoran bi hinceta ku para mazotê wernegirtine, jenertoran vênaxin. Lê di rastiyê de xwediyên jenertoran mazota ku werdigirin difiroşin welatiyan û jenertoran vênaxin."

Ewad Deran ê ji taxa Ezîziyê jî têkildarî nêzîkatiyên xwediyên jenertoran gazinên xwe kir û got, xwediyên jenertorên taybet zextê li welatiyan dikin da buhaya her ampêrekê bikin 6 hezar lîreyên sûrî.

Welatiya bi navê Zerga Mihemed a ji taxa Salihiyê jî ev tişt got: "Xwediya jenertora li taxê dixwaze buhayê empêran zêde bike, lê em vê yekê qebûl nakin ji ber ku debar zehmet e û em nikarin zêdetirî wiha bidin xwediyên jenertoran."

Li aliyekî din jî welatiyê bi navê Ebdullah Xelef ê ji taxa Mifît bang li aliyên têkildar kir ku hesab ji çi kesên biryarnameyên aliyên peywendîdar ên taybet bi xebitandina jenertoran bin pê dikin, bixwazin.

Li her şaredariyekê ji şaredariyên gel ên li bajarê û bajarokên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê, komîteyeke taybet a jenertoran heye, ruxstan didin jenertorên li taxan û kar û xebata wan dişopînin. Her wiha xwediyên jenertoran ên ku kêmaniyê dixin karê xwe ceza dikin, dema pêwîstî bi alîkariyê hebe destekê didin xwendiyên jenertoran û li giliyên gel û xwediyên jenertoran guhdarî dike.

Endamê Rêveberiya Beşa Muxalifan Fethî Hisên ji ajansa me re axivî û got: "Em rojane jenertorên li taxên bajêr dişopînin da li pabendiya xwediyên jenetoran binêrin, rojane êvarê ji saet 5 heta 11 şevê em digerin."

Li gorî sîstema ampêran, divê xwediyên jenertoran rojane 8 saetan ji saet 16:00'an heya 00:00'an kehrebê didin bajêr û her ampêrek bi 4 hezaran e.

Hisên destnîşan kir ku armanca wan a ji gera li taxan, ew e ku li giliyên welatiyan guhdarî bikin û rê li pêşiya çavnebariya xwediyên jenertoran bigirin. Hisên îşaret pê kir ku piştî komîte giliyan piştrast dikin û sedeman ji xwediyên jenertoran nas dikin, kesên ne li gorî pîvanan tev digerin ceza dike.

Fethî Hisên bang li welatiyan kir ku bi komîteya jenertoran re alîkar bin û wiha dewam kir: "Divê welatî derbarê xwediyên jenertoran ên ku jenetorên xwe naxebitînin de, me agahdar bikin da ku werin cezakirin, lê em dibînin ku welatî bi tirs in."

Xwediyên jenertorên taybet ên li bajêr têkildarî vî mijarî bersiv nedan, lê kesên ampêr kişandine diyar kir ku sedema nexebitandina jenertoran kêmbûna sotemeniyê ye.

Dema me ev pirsgirêk şopand, gelek xwediyên jenertoran qebûl nekirin bersiva pirsên me bidin.

Hevseroka Komîteya Sotemeniyê ya Bajarê Hesekê Dîma Elî Biro li ser sedema kêmbûna para jenartoran ji mazotê bi rêya telefonê ji ajansa me re axivî û got: "Belavkirina mazotê li welatî û cotkaran, dibe sedem ku parên jenertoran ji mazotê kêm bibe."

Dîma Biro ev li gotina xwe zêde kir: "Derengxistina belavkirina mazotê li xwediyên jenertorên li bajêr û kêmbûna miqdara wê. Ji ber ku em nikarin parên çandiniyê, germkirin û para jenetoran bi hev re bidin."

Dîma Biro diyar kir ku parên rojane ya ji herêma Cizîrê re hatiye veqetandin têrê nake ku ew jî 40 sehrîc in, lê piştî belavkirina para germkirinê û çandiniyê bi dawî bibe dê parên jenertoran vegere wekî berê.

(eh)

ANHA