​​​​​​​Nivîsgeha Parastina Zarokan 2 zarok radestî malbatên wan kirin

Nivîsgeha Parastina Zarok a di Nakokiyên Çekdarî de ya kantona Hesekê îro 2 zarok radestî malbatên wan kirin.

​​​​​​​Nivîsgeha Parastina Zarokan 2 zarok radestî malbatên wan kirin
11 mijdar, 2021   13:47
HESEKÊ - HENAR IBRAHÎM

Li gorî peymana di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û Neteweyên Yekbûyî de, QSD'ê 2 zarokên keçîn ji bajarê Kobanê radestî Nivîsgeha Parastina Zarokan kirin da ku radestî malbatên wan bikin.

Têkildarî mijarê, hevserokê Nivîsgeha Parastina Zarokan a di Nakokiyên Çekdarî de Xalid Cebir ji ajansa me re diyar kir îro 2 zarokên ji bajarê Kobanê radestî malbatên wan kirine. Cebir diyar kir ku armanca sereke ya nivîsgehê ew e ku jîngeheke ewle ji zarokên temenbiçûk re peyda bike û ji nakokiyên çekdarî dûr bixe.

Cebir destnîşan kir ku xebateke xurt di navbera Nivîsgeha Parastina Zarokan û QSD'ê de heye û anî ziman ku li ser vê bingehê gavan diavêjin da ku zarokan ji hêzên leşkerî dûr bixin.

Cebir da zanîn ku giliyên ku ji wan re tên, dişopînin û agahî didin aliyên peywendîdar da ku zarokan ji nakokiyên çekdarî dûr bixin.

QSD'ê di 29'ê Hezîrana 2019'an de bi Neteweyên Yekbûyî re peymanek îmze kir da ku leşkerkirina zarokên ji 18 saliyê biçûktir, qedexe bikin.

Nivîsgeha Parastina Zarokan a kantona Hesekê heta niha 210 zarok radestî malbatên wan kirine.

(dm)

ANHA