Komîteya Koçberên Serêkaniyê: Dagirkeriya niha berdewama êrişên 2012`an in

Komîteya Koçberên Serêkaniyê êrişên çeteyan dewleta Tirk şermezar kirin û diyar kir ku çeteyên Serêkaniyê dagir dikin, berdewama êrişên 2012`an in û sûcên wan jî didomînin.

Komîteya Koçberên Serêkaniyê: Dagirkeriya niha berdewama êrişên 2012`an in
9 mijdar, 2021   11:58
HESEKÊ

Komîteya Koçberên Serêkaniyê îro bi boneya salvegera 9'emîn a êrişên çeteyên dewleta Tirk ên li dijî Serêkaniyê di 9'ê Mijdara 2012'an de, daxuyaniyeke nivîskî da.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Îro salvegera 9'emîn a koçberkirina şêniyên Serêkaniyê ye. Komên bi navê Artêşa Azad a xwediyê fikirê radîkal û tundraw êrişî herêmê kir û di encamê de şêniyên herêmê koçber bûn. Civaka Sûriyê ji ber van koman zirar dît ku ala Sûriyê rakir lê sûcên hovane li dijî gelê Sûriyê pêk anîn.

Sibeha 9`ê Mijdara 2012`an, pêkhateyên Serêkaniya ewle yên Kurd, Ereb, Suryan, Asûr, Çeçen, Çerkez û Tirkmen jiyana xwe ya asayî didomand. Lê 48 komên leşkerî bi navên cuda bi desteka dewleta Tirk ji rojava û bakurê bajêr ve bi rêya sînorên Sûriyê yên bi Tirkiyê re derbasî bajêr bûn. Bajarê ewle ji nişkê va veguherî cihekî nearam. Çeteyan xof û tirs li nav şêniyan belav kir, milk û malên wan talan kirin û gefa kuştinê li hemûyan xwarin.

Gelek kom bi pêşengiya kesayetên bi terorê navdar in, derbasî bajêr bûn mîna Muheymin El-Taî ku di şerên li Tedmurê (Palmîra) de di nava DAIŞ`ê de hat kuştin. Her wiha Sedam El-Cemel ku li Dêrazorê bû alîgirê DAIŞ`ê û niha di girtîgehên Iraqê de ye. Hesen Cezra yê ku li Heleb li ser destê xwepêşendêran bi tawana xiyanetê hat kuştin.

Mixabin, civata navneteweyî wê demê qêrîna civakê û şêniyan paşguh kir ku divê komên çekdar ji herêmên werin derxistin.

Sibeha 9`ê Mijdara 2012`an, ji bo pêkhateyên civakê destpêka kerasetê bû. Ew komên çekdar ên ku xwe di bin maska şoreşê û guhertina demokratîk de veşartin, tev li amadekirina zemîneke guncew ji bo parçekirina civakê û derxistina şerên xwecih di pêşerojê de bûn. Di demeke kin de ev kom ji bo hemû gelên Sûriyê bûn kabûs.

Sala 2019`an ev êriş careke din bi rengekî xerabtir pêk hat.

Ji ber binkeftinên li du hev, kîn û nefreta rêxistinên terorîst mîna Artêşa Azad, Cebhet El-Nusra û DAIŞ`ê ya li hemberî gelê herêmê zêde bû. Di 9-10-2019`an de beyî ku pîvanên Danezana Mafên Mirovan a Cîhanê û rêgezên qanûnên navneteweyî di ber çavan re derbas bike dewleta Tirk a dagirker yekser êrişî herêmê kir. Di encamê de bi sedan windahî, şehîd û birîndar çêbûn. Şêniyên resen koçber bûn. Helbet baskê leşkerî yê Îtîlafa Sûriyê ku berdewama komên terorîst e yên ku di 2012`an de ketin bajêr, careke din derbasî bajêr bûn.

Em vê yekê şermezar dikin. Em civata navneteweyî bi bîr dixin ku şêniyên bajêr du caran bi kerasetê re rû bi rû man. Îro piştî destwerdana dawîn dûrî malên xwe ne.

Em ji koçberan û gelan re ku destekê dide doza me ya rewa, piştrast dikin em dê bajarê xwe û gundewarên wê ji dagirkeriyê rizgar bikin û di zûtirîn demê de şênî vegerin warên xwe.”

(dm-şx)

ANHA