Pêngava 'Dem Dema Azadiyê ye' wê heya gihîştina armanca xwe bidome

Endamê Komîteya Rêber Ocalan a Tebqayê Mûsene EbdulKerîm diyar kir ku pêngava `Dem Dema Azadiyê ye` ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin, li ser asta herêmî, erebî û navneteweyî deng veda.      

Pêngava 'Dem Dema Azadiyê ye' wê heya gihîştina armanca xwe bidome
5 mijdar, 2021   04:02
TEBQA-SELAM KÊRAWAN

Pêngava`Dem Dema Azadiyê ye` ku bi armanca azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan hatibû despêkirin, salek li pey xwe hîşt û derbasî sala duyemîn bû.

Endamê Komîteya rêber Ocalan a Tebqayê Mûsene Ebdulkerîm destnîşan kir ku Rêber Abdullah Ocalan di şert û mercên giran ên girtîgehê de ku li dijî mafên mirovan e tê ragirtin, sedema girtin û tecrîdê ew e ku nûnertiya vîna gelên azad dike.

Ebdulkerîm têkildarî tecrîda dewleta Tirk a li ser rêber Abdullah Ocalan bi desteka hêzên hegemon ên cîhanê got: "Dewleta Tirk tecrîda li ser Rêber Ocalan girantir dike û nahêle malbat û parêzer bi Rêber Ocalan re hevdîtinê bikin, bi van kiryaran hemû qanûn û peymanên navneteweyî bin pê dike."

Ebdulkerîm bal kişand ser encamên Pêngava `Dem Dema Azadiyê ye` û got: "Girêdaneke mezin bi vê pêngavê re hebû. Di gelek malperên ragihandinê de deng veda û li gelek welatên ereb û ewropî jî bi awayekî baş hate pêşwazîkirin."

Her wiha Ebdulkerîm bal kişand ser kampanya ku Meclisa Dijîtal a Kurdistanê ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan a di salvegera komploya navneteweyî ya ku di 9’ê Cotmeha 1998’an de û got:" Rola ragihandinê di medya dîjîtal de pir mezin bû û hashtag li ser asta cîhanê di rêza duyemîn de cih girt."

Musene Ebdulkerîm wiha bi dawî kir: "Me di vê kampanyayê de û bi rêya gelek rewşenbîr, çalakvan û kesên ku projeya neteweya demokratîk wekî çareseriyekê ji aloziya Sûriyê dibînin re destkeftiyeke mezin bi dest xistiye, her wiha destnîşan kir ku heta Rêber Abdullah Ocalan negihêje azadiya xwe ya fîzîkî, em vê pêngavê ranawestînin."

(dx)

ANHA