Karnik Sarkisyan: Divê Kurd li hember dewleta Tirk yekitiya xwe xurt bikin

Serokê Desteya Damezırîner a Meclisa Neteweyî ya Bilind a Ermenistana Rojava Karnik Sarkisyan got ew amade ne piştgiriya Kurdan li dijî dewleta Tirk bikin û divê gele Kurd yekitiya xwe xurt bike.

Karnik Sarkisyan: Divê Kurd li hember dewleta Tirk yekitiya xwe xurt bikin
2 mijdar, 2021   07:50
QAHÎRE-EMANÎ EZAM

Karnik Sarkisyan diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker ji bo xizmeta berjewendiyên biyaniyan heye û tu têkiliya wê bi berjewendiyên bilind ên netewe û gelên herêmê re tune ye. Sarkisiyan destnîşan kir ku dewleta Tirk û Îsraîl li herêmê hatine bicihkirin da ku nasnameya resen a neteweyên herêmê têk bibin.

Karnik Sarkisyan ji ANHA`yê re axivî û got: "A ku jê re 'Tirkiya nûjen' tê gotin, rola wê ji rola dewletê zêdetir e û ev rol êdî têk diçe. Ji ber vê yekê dewleta Tirk hewl dide li kîjan eniyê dibe rola xwe bi pêkanîna binpêkirinan îsbat bike, mîna li Qerebaxê û bakurê Sûriyê, bi taybet di kaxiza Idlibê de bi biryara Sûrî-Rûsî dewleta Tirk bi bin dikeve."

Karnik Sarkisyan wiha axaftina xwe dewam kir: "Tecrubeyên berê îsbat dikin ku rojavayî tu girîngiyê nadin mafên gelê herêmê. Bi tecrubeyan îsbat bû ku gelên pişta xwe dida rojavayiyan ji bilî bedbînî û îxanetê tiştek nedît, bi taybet di demên krîtîk de."

Karnik Sarkisyan ev li gotina xwe zêde kir: “Em bang li gelê Kurd ê bira dikin ku ji tecrubeyên berê sûdê wergirin û biryarên durist bidin."

Sarkisyan wiha domand: "Meclisa Neteweyî ya Bilind a Ermenistana Rojava amade ye destekê bide birayên xwe yên Kurd di çarçoveya Peymana Sevrê de da ku yekitiya kar, xebat û rêgeha têkoşînê ava bikin. Peymana Sevrê yekane peymana qanûnî ya navneteweyî ye ku mafên gelê Kurd bi belge û garantî nas dike."

Sarkisyan da zanîn ku kar û xebata derveyî çarçoveya Peymana Sevrê, windakirina demê ye û piştrast kir ku îro derfeteke dîrokî li pêşiya wan e da derfetên ku berê ji dest çûne, nas bikin û edaletê ji her du gelan re misoger bikin.

Karnik Sarkisiyan got sûcdarkirina dijminan pir hêsan e û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Lê pirsa derdikeve pêş ew e; gelo em amade ne şaşiyên xwe yên beriya me yên ku hevdîtin û hevkarî bi hev re pêk neanîne, îtîraf bikin? A din; gelo em di wê astê de ne ku biryareke dîrokî bidin ku dibe şansê dawîn be? Bersiva me jî ev e; belê, em heta dawiyê amade ne."

(eh)

ANHA