Tariq Cewher: Mayîna hêzên Tirkiyeyê binpêkirina serweriya Iraqê ye

Şêwirmendê Ragihandina Parlamentoya Herêma Kurdistanê Tariq Cewher diyar kir ku ji aliyê Parlamentoya Tirkiyeyê ve dirêjkirina tezkeriya dersînor binpêkirina serweriya Iraqê ye.

Tariq Cewher: Mayîna hêzên Tirkiyeyê binpêkirina serweriya Iraqê ye
31 cotmeh, 2021   14:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji bo Tirkiye êrişên xwe yên dagirkeriyê li Sûriye û Iraqê bidomîne, di 26’ê Cotmehê de tezkereya dersînor ji aliyê Parlamentoya Tirkiyê ve  2 salan hate dirêjkirin.

Şêwirmendê Ragihandina Parlamentoya Herêma Kurdistanê Tariq Cewher li ser mijarê ji Ajansa Bexdad Elyum re axivî û got: “Pêwîst e Parlamentoya Iraqê biryarekê ji bo vekişîna hêzên Tirkiyeyê bide û weke hêzek biyanî û dagirker pênase bike. Divê ew danûstandinên li gel Tirkiyeyê tên kirin, bi rêya hikûmeta Iraqê û Parlamentoya Iraqê were kirin. Ji ber ku ev mijar peywendî bi serweriya Iraqê ve heye. Bi taybet Enqere yek alî têkildarî mayîna hêzên xwe yên li Iraqê biryarê dide. Rêzê li serweriya Iraqê nagire.”

Şêwirmendê Ragihandina Parlamentoya Herêma Kurdistanê Tariq Cewher diyar kir ku ji aliyê Parlamentoya Tirkiyeyê ve dirêjkirina tezkeriya dersînor binpêkirina serweriya Iraqê ye.