Hikumeta Şamê herêmên gundewarên Heleb û Idlibê hedef girtin

Hêzên hikumeta Şamê bi moşekan herêm û eniyên şer ên li gundewarê rojavayê Helebê û gundewarê başûrê Idlibê topbaran kirin.

Hikumeta Şamê herêmên gundewarên Heleb û Idlibê hedef girtin
31 cotmeh, 2021   09:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Miorvan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku îro hêzên hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk li eniyên şer ên gundewarê rojavayê Helebê bi hev ketin. Hêzên hikumetê herêmên li gundewarê rojavayê Helebê hedef girtin. 

Hêzên hikumeta Şamê her wiha herêmên Fetîra, Kensefra û Filêfil ên çiyayê Zawiyê yê başûrê Idlibê hedef girt. Heya niha agahiyên derbarê windahiyên canî de bi dets neketine.

Duh êvarê hêzên hikumeta Şamê zêdeyî 40 top û moşek avêtibûn gundê El-Enkawî yê Sehil El-Xab ê gundewarê bakurê rojavayê Hemayê. Ew yek li ser kuştina leşkerekî li navçeya Corîn pêk hat.

(dx)