Komîteya Koçberên Serêkaniyê xwest ku pêngavên koalîsyonê berdewam bikin

Komîteya Koçberên herêma Serêkaniyê pêngava hêzên Koalisyona Navneteweyî li dijî çeteyê bi navê Ebû Hemze El-Şihêl li Serêkaniyê bi gaveke girîng binav kir û xwest ku ev gav bibe bingeha hedefgirtina hemû çeteyan.

Komîteya Koçberên Serêkaniyê xwest ku pêngavên koalîsyonê berdewam bikin
28 cotmeh, 2021   14:07
HESEKÊ

Bangên bidawîkirina dewleta Tirk û çeteyên wê li ser xaka Sûriyê zêde dibin. Gerînendeyê Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Ferhad Şamî daxuyaniyek belav kir, tê de diyar kir ku roja Duşemê çeteyê fermandarê "Meclisa Şêwirî" ya girêdayî çeteyên DAIŞ'ê Sebahî Îbrahîm El-Misleh "Ebû Hemza El-Şihêlî" di operasyoneke hewayî ya Koalîsyona Navneteweyî de li gundê El-Edwaniyê yê Serêkaniyê hate kuştin.

Têkildarî mijarê Komîteya Koçberên Serêkaniyê daxuyaniyek nivîskî weşand. Komîteyê bang li civaka navneteweyî kir ku erka xwe ya qanûnî û mirovî pêk bîne da ku dagirkiriyê bidawî bike.

Daxauyanî wiha ye: "Agahî hatin belavkirin ku balafireke bê mirov a girêdayî hêzên Koalisyona Navneteweyî roja duşema borî terorîst û serçeteyê berê ya meclisa şêwîrî ya girêdayî DAIŞ`ê Sebahî Îbrahîm El-Mislih ku bi navê Ebû Hemza El-Şihêl tê naskirin bi operasyonekê kir hedef. Operasyon li navenda wî ya li gundê El-Edwaniye yê girêdayî rojavayê Serêkaniyê pêk hat, di encamê de çete El-Şihêl û koma pê re hatin kuştin.

Li gorî agahiyan, Eûb Hemze El-Şihêl yek ji fermandarên sereke yên rêxistina terorîst a DAIŞ`ê ye, piştî binketina DAIŞ`ê di aliyê leşkerî de di 23`yê Adara 2019`an de ji aliyê QSD`ê û Koalisyona Navneteweyî ve, berê xwe dabû herêmên ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin li Serêkaniyê, Girê Spî û Efrînê.

Li gorî gelek raporan, herêmên di bin serweriya Artêşa Niştîmanî ya Sûrî de ne ku destekê ji dewleta Tirk digrin, bûne cihê ewle ji serçeteyên berê yên DAIŞ`ê û El-Qayîde re û dewleta Tirk wan bi awayekî eşkere diparêze.

Saziyên hiqûqî û dezgehên çapemeniyê di demên dawî de belav kir  û belge kir ku dewleta Tirk zêdetirî 50 kesî ji DAIŞ`ê û malbatên wan ku ji kampa Holê reviyane anî û ew li Serêkaniyê û gundewarên wê bi cih kir. Her wiha zêdetirî 2 hezar kes ji malbatên çeteyan ji Sûriyê û ji derveyî wê anîn bajar.

Li gorî agahiyan, tê piştrastkirin, rola Ebû Hemza di kuştin, îşkencekirin, revandin û koçberkirina bi darê zorê ya niştecihên Serêkaniyê û gundewarê wê de mezin bû. Her wiha erka wî ya sereke vejandina rêxistina DAIŞ`ê li herêmê bû.

Em Komîteya Koçberên Serêkaniyê van pêngavên leşkerî yên ku Koalîsyona Navneteweyî li Sûriyê li dijî fermandarên terorîstan pêk tînin, ya herî dawî kuştina terorîst Ebû Hemze El-Şihêl li gundewarê rojavayê bajarê Serêkaniyê girîng dibînin û piştgiriyê didinê. Bi hêvî ne ku ev gav bibe bingeha hedefgirtina hemû komên çekdar ên ku sûcên şer ên rêxistinkirî li dijî sivîlan pêk anîne. Her wiha em piştgiriyê didin xebatên bidawîkirina rêxistinên terorîst li Sûriyê di aliyê leşkerî û fikirî de.

Em bang li civaka naveteweyî dikin ku erka xwe ya qanûnî û mirovî pêk bîne û zextê li dewleta Tirk û komên wê yên çekdar bike da ku ji hemû xaka Sûriyê ya dagirkirî di navde Serêkaniyê, Girê Spî û Efrîn vekişin da ku rewşan guncaw ji bo dîtina çareseriyeke aştiyane ya mayînde ji aloziya Sûriyê re wer dîtin, biryarên navneteweyî werin pêkanîne, şêniyên resen ewle û bêyî dagirkirî  li warê xwe vegerin."

(bx)

ANHA