Şehîd Bêrîtan bi çalakiyên cuda hate bi bîranîn

Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkoşer Gulnaz Karataş (Bêrîtan) di salvegera şehadeta wê ya 29`emîn de, bi bîr anî.

25 cotmeh, 2021   13:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Şehîd Gulnaz Karataş (Bêrîtan) di 25`ê Cotmeha 1992`an di şerê li dijî xayin û sîxurên Kurd de çalakiyek pêk anî. Bêrîtan heta guleya xwe ya dawî şer kir û ji bo nekeve destê xayinan teslîmkarî qebûl nekir û xwe ji ser kendalekî ve avêt û şehîd bû. Di salvegera 29`emîn a şehadeta wê de şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şehîd Bêrîtan bi bîr anî.

TIRBESPIYÊ

Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Tirbespiyê şehîd Bêrîtan û 43 şehîdên meha Îlonê bi merasîmekê bi bîr anîn. Merasîm li hola Siyahî ya bakurê navçeyê hate lidarxistin.

Di merasîmê de endama rêveberiya Meclisa Malbatên Şehîdan Medya Hisên şehîdên azadiyê bi bîr anîn û got, ew bi saya fedekariya şehîdan jiyaneke azad û bi rûmet dijîn.

Paşê senevîzyonek derbarê jiyana şehîdan de hate pêşandan û wesîqeyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hate kirin.

ÇILAXA

Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Çilaxa jî şehîd Bêrîtan li Navenda Çand û Hunerê ya li herêma El-Înaş a başûr rojhilatê navçeyê bi bîr anî.

Di merasîma bîranînê de endama komîteya perwerdeyê ya Kongreya Star a navçeyê Emanî El-Şêx semînerek derbarê nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan li ser şehîd Bêrîtan da.

Di semînerê de hate diyarkirin ku şehîd Bêrîtan ruhê jina têkoşer û fermandara eniyên şer temsîl dikir.

Piştre seneîzyonek derbarê têkoşîna şehîd Bêrîtan de hate pêşandan.

GIRKÊ LEGÊ

Şêniyên navçeyê li Sendîqeya Karkeran a bajarokê Rimêlanê kom bûn. Di merasîma bîranînê de endama Kongreya Star Semîra Yûsif axivî û îşaret bi berxwedana Bêrîtan li hember xeta xiyanetê ya PDK`ê kir.

TIL BIRAK

Kongreya Star a Til Berakê jî li holê civînan a navenda Çand û Hunerê ya taxa Xerbî ya navceyê, civînek ji şêniyan re organîz kir.

Endama rêvberiya Kongreya Star a Til Berak Resil Hesen axivî û got :"Şehîd Bêrîtan heta fîşeka xwe ya şer kir, piştre hêzên pêşmerga yên bi dijmin re hevkarî dikir ew dorpêç kir, tevî ku wan soz da ku zirarê nagihînin jî lê ew teslîm nebû û xwe ji ser kendalekî ve avêt."

Piştre senevîzyonek derbarê jiyana şehîd Bêrîtan de hat pêşkêşkirin.

QAMIŞLO

Bi heman boneyê, li Navenda Çand û Hunerê  Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo civînek hate lidarxistin.

Civîn bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Endama Kongreya Star Ahîn Çiya axivî û diyar kr ku bi hezaran mîna şehîd Bêrîtan hene, şopa azadî û demokrasiyê û li hemberî dagirkerî û xiyanetê disekinin.

AMÛDÊ

Şêniyên navçeya Amûdê jî îro bi merasîmekê şehîd Bêrîtan di salvegera şehadeta wê a 29`emîn de li holê Beylesan, bi bîr anî. Bi sedan şênî, saziyên sivîl û leşkerî yên herêmê tev li merasîmê bûn.

Di merasîmê de bi navê Kongreya Star a navçeya Amûdê axaftin hat kirin û îşaret bi berxwedana lehengane ya şehîd Bêrîtan hat kirin. Piştre senevîzyonek li ser jiyana şehîd Bêrîtan pêşkêş kir.

Di dawiya merasîma de tîma şehîd Delîla stranên şoreşgerî pêşkêş kirin.

DIRBÊSIYÊ

Bi heman mebestê, Kongreya Star a navçeya Dirbêsiyê civînek li dar xist. Di civînê de bi sedan şêniyên navçeyê, gund û bajarokên girêdayî wê beşdar bûn.

Di civîna li Navenda Çand û Hunerê ya navçeyê de li dar ketiye de, endama rêveber a Kongreya Star a navçeya Dirbêsiyê Eylem Dêrik axivî û behsa jiyana şehîd Gulnaz Karataş (Bêrîtan) kir.

Eylem Dêrik destnîşan kir ku girêdaneke xurt di navbera şehîd Bêrtan û fikrê rêber Abdullah Ocalan de hebû û behsa têkoşîna wê ya ji bo gelê û azadiyê kir.

Eylem wiha pê de çû: “Têkoşer Bêrîtan dema biryar da ku tev li berxwedan û têkoşînê bibe, armanca wê ya yekemîn rizgarkirina jinan bû û da ku roleke pêşeng di parastina azadiya xwe û gelê xwe de bilîze.“

Eylem Dêrik wiha berdewam kir: “Zihniyeta kujerên Bêrîtan heman zihniyeta hêzên ku êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û herêmên Başûrê Kurdistanê dikin e. Ew bi awayekî domdar gefan li herêmê dixwin, da ku fikr û felsefeya rêber Abdullah Ocalan hedef bigirin û biratiya gelan û jiyana hevbeş têk bibin.”

Di dawiyê de Eylem Dêrik soza şopandina rêya şehîd Bêrîtan û hevalên wê da heta ku armancên wan û projeya rêber Abdullah Ocalan pêk tînin.

HERÊMA EFRÎNÊ

Kongreya Star a herêma Efrînê girêdayî bi dirûşmeya “Bi berxwedana jina azad em ê xeta xiyanetê têk bibin” meşek li dar xist.

Jinên herêma Efrînê li bajarokê Babinisê û li gundê Maratê yê kantona Şehbayê kom bûn.

Her du kom li parka li rojavayê navçeya Ehdasê hatin cem hev û mîtîng li dar xist. Di mîtîngê de endama Kongreya Star a herêma Efîrnê Rîhan Elo bi zimanê kurdî û endama Koordînasyona Meclisa Jina Azad a kantona Şehbayê Necah Hisên bi zimanê erebî daxuyaniyek xwend.

Di dawiya meşê de jinan soza şopandina rêya şehîd Bêrîtan da.

KOBANÊ

Kongreya Star a Herêma Firatê civîneke li navenda Baqî Xido ya çand û hunerê ya bajarê Kobanê li dar xist. Bi dehan jin beşdarî civînê bûn.

Ji bo bîranîna şehîdan deqeyeke rêz hate girtin. Berdkeva Koordînasyona Kongreya Star a Herêma Firatê Mizgîn Xelîl şehîd Bêrîtan bi bîr anî û got: "Mîrateyek bi nirx a têkoşînê ji jinan re hişt."

Mizgîn Xelîl anî ziman ku şehîd Bêrîtan li hember dijmin û xiyanetê sekinî, ji dijmin re îsbat kir ku teslîm nabe.

Di dawiya civînê de senevîzyoneke li ser têkoşîna şehîd Bêrîtan hate pêşandan.

HESEKÊ

Kongreya Star a Hesekê mersîma bîranînê li Parka Rêber Ocalan a li taxa Nasire bi beşdariya bi dehan şênî, nûnerên hêzên leşkerî, saziyên civaka sivîl û partiyên siaysî li dar xist.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, dûver torankeke leşkerî û awazên koma mûzîkê hat pêşkêşkirin.

Di merasîmê de, endama Koordînasyona Kongreya Star a Hesekê Sozdar Kurdman têkoşîna Bêrîtan bi bîr anî û wiha got: "Şehîd Bêrîtan sembola têkoşîn û berxwedana jina azad e."

Sozdar Kurdman wiha domand: "Rêya şehîd Bêrîtan berdewam e,  bi hezaran dayikên Kurd navê Bêrîtan didin zarokên xwe."

Sozdar Kurdman da zanîn ku dewleta Tirk bi tevkariya hin aliyên Kurd, di serî de jî PDK’ê hewl dide di kesayeta şehîd Bêrîtan de vîna jinên azad bişikîne, lê wê teslîmiyet red kir.

HELEB

Kongreya Star a Helebê civînek li Parka Rêber Abdullah Ocalan a li herêma Şiqeyêf li dar xist. Di civînê de bi dehan şênî, endamên saziyên sivîl û partiyên siyasî yên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê amade bûn. Civîn bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, dûvre endama rêveber a Kongreya Star Hêrat Qamişlo axivî û tevahî şehîdên azadiyê bi bîr anîn û li ser têkoşîna şehîd Bêrîtan got: "Şehîd Bêrîtan êdî bû sembola jina azad. Lê tenê di aliyê leşkerî de, lê belê di tevahî aliyên leşkerî, siyasî û civakî de." Hêrat Qamişlo anî ziman ku şehîd Bêrîtan îxanet red kir û li hember zihniyeta ku hewl dide şoreşa Kurd têk bibe sekinî. Hêrat Qamişlo wiha dawî li gotina xwe anî: "Îxaneta PDK‛ê heta roja îro berdewam e. Şehîd Bêrîtan îxaneta PDK’ê qebûl nekir û bi rêya çalakiya xwe ola jina têkoşer di Tevgera Azadiya Kurdistanê de îsbat kir û ji tevahî jinan re bû sembol."

ŞAM

Bi heman armancê Kongreya Star bi hevkariya Meclisa Taxa Zorava ya li paytexta Sûriyê Şamê civînek li dar xist. Bi dehan şêniyên taxê beşdarî civînê bûn. Civîn bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir, paşê endama Rêveberiya Kongreya Star Gulîstan Mehmûd axivî û îşaret bi taybetmendiyên şehîd Bêrîtan û têkoşîna wê ya di nava refên Tevgera Azadiya Kurdistanê de kir. Gulîstan Mehmûd ev li gotina xwe zêde kir: "Bêrîtan ji bo bidestxistina mafên xwe û mafên gelê xwe tê koşiya, her wiha têkoşîna li dijî zilim û îxanetê, kesayeta jina têkoşer xurt kir û banga rizgarkirina jinan a ji hemû qeyd û bendên ku rê li jiyankirina wê ya bi azadî û bi rûmet a di nava civaka xwe de digire, kir." Gulîstan Mehmûd diyar kir ku şehadeta Bêrîtan wekî meşeleya ku rêya jinan ronî kir da bigihêjin azadiya xwe û têkoşîna xwe berdewam bikin. Gulîstan Mehmûd di nav axaftina xwe de îşaret bi xiyaneta PDK`ê kir û wiha dewam kir: "Di hemên dawî de li herêma Xelîfan ji komeke gerîlayn re kemîn danî û di encamê de gelek ji wan şehîd ketin û heta niha PDK`ê cenazeyên şehîdan nedaye malbatên wan nake."  Civîn bi dirûşmeyên "Şehîd namirin" bi dawî bû.

(ekîb)

ANHA