Şêniyên kantona Qamişlo banga girtina qada hewayî li balafirên dewleta Tirk kir

Bi sedan şêniyên bajarê Qamişlo û navçeya Til Hemîs bi armanca şermezarkirina gefên dewleta Tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hevkariya PDK'ê ya bi dagirkeriya Tirk re xwepêşandan li dar xistin, her wiha banga radestkirina cenazeyên şehîdan kir.

Şêniyên kantona Qamişlo banga girtina qada hewayî li balafirên dewleta Tirk kir
Şêniyên kantona Qamişlo banga girtina qada hewayî li balafirên dewleta Tirk kir
Şêniyên kantona Qamişlo banga girtina qada hewayî li balafirên dewleta Tirk kir
Şêniyên kantona Qamişlo banga girtina qada hewayî li balafirên dewleta Tirk kir
Şêniyên kantona Qamişlo banga girtina qada hewayî li balafirên dewleta Tirk kir
Şêniyên kantona Qamişlo banga girtina qada hewayî li balafirên dewleta Tirk kir
Şêniyên kantona Qamişlo banga girtina qada hewayî li balafirên dewleta Tirk kir
Şêniyên kantona Qamişlo banga girtina qada hewayî li balafirên dewleta Tirk kir
Şêniyên kantona Qamişlo banga girtina qada hewayî li balafirên dewleta Tirk kir
24 cotmeh, 2021   13:32
QAMIŞLO

Bertekên ji bo radestkirina cenazeyên her du şehîdan; Tolhildan Raman û Serdem Cûdî yên ku di kemîna PDK'ê de li bajarê Xelîfanê şehîd bûbûn, berdewam in.

Çalakiya xwepêşandanê ya Dayikên Aştiyê ya li ber deriyê Sêmalka yên bi daxwaza radestkirina cenazeyên şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê, berdewam e. PDK`ê daxwazên dayikan ên rewa paşguh dike, dayîka li ser vî bingehî biryara vegirtina konê xwepêşandanê da.

Bi armanca piştgirîdayîna daxwazên xwepêşandêran, îro bi sedan ji pêkhateyên bajarê Qamişlo li ser banga meclisa malbatên şehîdan li taxa Kornîş xwepêşandanek li dar xisitn.

Xwepêşandêran wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û pankartên bi nivîsa "Divê qada hewayî li balafirên dewleta Tirk were girtin" hildan.

Xwepêşandêran bi diruşmeyên "Bimre îxanet" hevkariya PDK'ê ya bi dewleta Tirk re şermezar kir û têkoşîn û berxwedana gerîlayên Tevgera Azadiya Kurdistanê ya li dijî faşîzma Tirk silav kir.

Xwepêşandêr ber bi navenda Komîseriya Bilind a NY li taxa El-Siyahî ya bajêr ve meşiyan.

Piştre Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan Masûm Hesen got: "Îro em li ber navenda rêxistina ku di peymanên xwe de dibêje; `Em li her derê mafên mirovan ji zilm û kuştinê diparêzin, erka me ev e`. Li ser bingehê van hêviyan em li vir kom bûne, da ku hûn biryarên xwe yên ji bo xurtkirina wekheviyê bi cîh bînin. Wek din ger hûn bi erka xwe ya sereke ranebin, cihê we li welatê me tune ye."

Mesûm Hesen diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker li dijî gel her cure çekên di navneteweyî de qedexekirî bi kar tîne. Ji ber vê yekê bêdengiya navneteweyî ya li hemberî van sûcan şermezar kir û bang li Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî kir ku erkên xwe pêk bîne û ji ber sûcên şer ên ku heta niha tên kirin, dewleta Tirk darizîne.

Hesen ji hikumeta Başûrê Kurdistanê re peyamek şand. Peyam wiha ye: "Hûn dibêjin em Kurdistan in? 38 baregehên Tirkan li ser erdên we çi dikin?"

Hesen wiha pirsî: "Em navê wê bikin Kurdistan an Tirkistan? Zarokekî biçûk dikare bersiva vê yekê bide û bibêje Tirkistan e. Hesen wiha dom kir: "Tiştê ku PDK'ê dike û şerê li dijî gerîlayên Kurd ku tê kirin, bêguman Kurdistan wê bibe Tirkistan. PDK'ê tiştê ku dijmin nake, dike."

Paşê daxuyanî ji aliyê endamê meclisa malbatên şehîdan Ibêd Etê ve hate xwendin.

Daxuyanî wiha ye: "Xîtabî Nivîsgehên NY li Qamişlo hate kirin û wiha hate gotin; Ji ber ku hûn nûnertiya îrade û wijdana gelan li her deverê dikin û ji bo vê yekê jî em bang li wijdanê we dikin ku xwestekên me yên rewa bi cih bînin. Giropeke gerîla li herêma Xelîfanê ji aliyê hêzên PDK`ê ve ketin kemînê û hatin gulebarankirin. Di encama wê de Tolhildan Raman ji bajarê Qamişlo û Serdem Cûdî ji bajarokê Girkê Legê şehîd bûn.

Malbatên şehîdan Sêmalka ya li herêma Cizîrê ji zêdetirî 20 rojan ve di bin konê çalakiyê de ne. Malbat banga radestkirina cenazeyê her du şehîdan ji malbatên wan re dikin, lê ji aliyê peywendîdar ve tê paşguhkirin. Ji be vê yekê jî em bang li we dikin ku xwestekên me yên rewa pêk bînin û cenazeyê zarokên me radestî me bikin.

TIL HEMÎS

Têkildarî mijarê bi sedan şêniyên navçeya Til Hemîsê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwepêşandanek lidar xistin.

Xwepêşandan ji pêşiya meclisa navçeya Til Hemîsê dest pê kir. Di xwepêşandanê de pankartên bi nivîsa " Na ji dagirkeriya Tirk re" hate hildan û banga qedexekirina êrişên hewayî hate kirin.

Di xwepêşandanê de dirûşmeyên serbestberdana Ocalan hatin berzkirin. Xwepêşandan li qada avahiya çandiniyê veguherî mitîngê. 

Di mitîngê de hevserokê meclisa navçeya Til Hemîs Xalid El-Nayif axivî, bêdengiya navneteweyî derbarê sûcên ku dewleta Tirk û çeteyên wê li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne şermezar kir û ev tişt anî ziman: "Divê em li hember komployên qirêj ku li dijî me têne kirin hişyar bin. Armanca wan ew e ku yekitî, aramî û destkeftiyên ku bi saya xwîna şehîdan hatine bidestxistin, têk bibin."  

Her wiha ji rêveberên Kongreya Star Hilwa El-Hemza jî êrişên dewleta Tirk li dijî bajarê Kobanê şermezar kir û wiha domand: "Bêdengiya navneteweyî derbarê sûcên ku dewleta Tirk pêk tîne de, erêkirina pêkanîna sûcan e, da ku komkujiyên din werin kirin."

(dm-bx)

ANHA