Ebdulhemîd Hac Derwêş li Dirbêsiyê hate bibîranîn

Partiya Demoqratî ya Pêşverû ya Kurdî li Sûriyê di duyemîn salvegera wefata sekreterê Partiyê ê berê Ebdulhemîd Hac Derwêş li gundê Qermanê ya girêdayî Dirbêsiyê bi bîr anî.

Ebdulhemîd Hac Derwêş li Dirbêsiyê hate bibîranîn
Ebdulhemîd Hac Derwêş li Dirbêsiyê hate bibîranîn
Ebdulhemîd Hac Derwêş li Dirbêsiyê hate bibîranîn
Ebdulhemîd Hac Derwêş li Dirbêsiyê hate bibîranîn
24 cotmeh, 2021   12:30
HESEKÊ

Nûnerên partî, rêxistinên siyasî, kesayetên welatparêz û bi dehan şêniyan beşdarî merasîma bîranîna ku li goristana gundê Qermanê pêk hatiye, bûn.

Endamê nivîsgeha siyasî ya partiyê Omer Cefer bi navê Partiya Demoqratî ya Pêşverû li Sûriye axivî û got:" Ebdulhemîd Hac Derwêş bingeha yekemîn a tevgera kurdî û siyasî li Sûriye danî û rastî astengiyên mezin ji aliyê şaxên ewlehiyê ên Sûriye hat, lê belê wî îsrar dikir ku armancên xwe pêk bîne."

Omer Cefer soz da ku ew ê rêya Ebdulhemîd Hac Derwêş li gorî rêgezên ku diyar kirine, bişopînin.

Di merasîma de, Sekreterê Partiya Demokratîk a Çep li Sûriye Salih Gedo jî axivî û got, wefata Ebdulhemîd Hac Derwêş valahiyek mezin di têkoşîna siyasî ya kurdî li tevahî Sûriye de hîşt û bandor li têkoşîna Kurdistanî kir.

Salih Gedo destnîşan kir ku Ebdulhemîd jiyana xwe di oxira pêkanîna armancên kurdî de feda kir û bi Sûriyek serbixwe ku ewlehî û istîqrar lê hebe, xeyal dikir.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Ebdulhemîd Hac Derwêş di sala 1930'î de li gundê Qermane ya girêdayî navçeya Dirbêsiyê ya Hesekê ji dayik bûye û di 24'ê Cotmeha 2019'an de di encama kirîzeke dil de li nexweşxaneyeke Qamişlo jiyana xwe ji dest da.

Ebdulhemîd Hac Derwêş yek ji Damezirînerên Tevgera Siyasî ya Kurdî li Sûriyê bû û erkên girîng di gelek partî û rêxistinên siyasî de girtin, her wiha di dawiyê de bûbû sekreterê giştî yê Partiya Demoqratî ya Pêşverû ya Kurdî li Sûriye.

(dm)

ANHA