Mihemed Şahîn: Tirkiye bi êrişa li ser Kobanê xwest tola DAIŞ'ê hilîne

Mihemed Şahîn diyar kir ku êrişa dawî ya dewleta Tirk li ser Kobanê hemwextî salvegera çaremîn a rizgarkirina Reqayê pêk hat û got, ev jî isbat dike ku dewleta Tirk tola çeteyên DAIŞ`ê hiltîne ji ber ku hevkarê sereke yê DAIŞ'ê bû.

Mihemed Şahîn: Tirkiye bi êrişa li ser Kobanê xwest tola DAIŞ'ê hilîne
22 cotmeh, 2021   05:20
KOBANÊ-ÇEKDAR EBAS

Dewleta Tirk a dagirker bi hemû rêbazan êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike, herî dawî jî bi balafirên bêmirov li Kobanê erebeyeke sivîlan bomebebaran kir, di encamê de du kes şehîd bûn û 4 kesên din birîndar bûn.

DEWLETA TIRK LI BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ SIVÎLAN HEDEF DIGIRE

Têkildarî mijarê hevserokê Meclisa Rêveber a Herêma Firatê Mihemed Şahîn axivî û got: "Ev ne êrişa yekem e ku dewleta Tirk li dijî herêmên me pêk tîne, piştî Serêkaniyê û Girê Spî dagir kir, çeteyan bi piştgiriya dewleta Tirk gelek caran êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û piraniya wan li herêmê Firatê bûn."

Şahîn diyar kir ku peyman di navbera dewleta Tirk, Rûsya û DYA`yê de heye ku îşaretê bi agirbesta li herêmê dike û wiha dewam kir: "Em li gorî peymanê tev digerin. QSD`ê 30 km ji sînorê Sûriyê -Tirkiyê vekişiya, Rûsya jî garantora sereka ya vê peymanê bû, lê ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve rojane li herêmê binpêkirin çêdibin."

ꞌARMANCA DEWLETA TIRK JI ÊRIŞAN TÊKBIRINA PROJEYA RÊVEBERIYA XWESER Eꞌ

Mihemed Şahîn wiha axaftina xwe dewam kir: "Armanca stratejîk a yekemîn a dewleta Tirk ji van êrişan ew e ku tevahiya Sûriyê û Rojhilata Navîn dagir bike, armanca duyem jî têkbirina projeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye, ji ber ku dewleta Tirk têkildarî êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê erêkirin ji dewletên cîhanê wernegirt, ji lew re êrişên terorîst pêk anî û hewldana têkbirina ewlehî û aramiya herêmê dike."

Şahîn bi domdarî got: "Em Rûsya berpirsa van êrişan dibînin, ji ber ku divê li gorî peymanên di navbera QSD`ê û wê de bi erka xwe rabûba û rê li pêşiya van êrişan bigirta. Her wiha Koalîsyona Navneteweyî jî berpirsa van êrişan e ji ber ku em beşeke mezin ji kesên li herêmê li dijî DAIŞ`ê şer kirin, ji lew re diviyabû bi erka xwe ya siyasî û exlaqî rabûba."

ꞌÊRIŞ HEMWEXTÎ SALVEGERA RIZGARKIRINA BAJARÊ REQAYÊ BÛꞌ

Şahîn di dawiyê de got: "Dema dewleta Tirk van êrişan pêk tîne, dixwaze bi vê yekê peyamekê bide. Em dizanin ku 20`ê Cotmehê salvegera çaremîn a rizgarkirina bajarê Reqayê ye ku paytexta çeteyên DAIŞ`ê bû. Ev jî diyar dike ku Tirkiyê hevkar û piştevana DAIŞ`ê bû, ji lewma endamên Rêveberiya Xweser hedef girt da tola çeteyên DAIŞ'ê hilîne."

(eh)

ANHA