Kongreya Star a Efrînê gef û êrişên dewleta Tirk şermezar kirin

Kongreya Star a herêma Efrînê bi daxuyaniyekê gef û êrişên li ser herêmên Bakur û ‎Rojhilatê Sûriyê û navçeya Til Rifet şermezar kirin. Her wiha bang li hemû rêxistinên ‎navneteweyî û herêmî kir ku erka xwe ya mirovî pêk bînin û hesab ji dagirkeriya Tirk û ‎çeteyên wê bixwazin. ‎

Kongreya Star a Efrînê gef û êrişên dewleta Tirk şermezar kirin
20 cotmeh, 2021   13:23
ŞEHBA

Bi dehan endamên Kongreya Star a herêma Efrînê li pêşiya navenda xwe ya li navçeya Ehdas ‎a kantona Şehbayê kom bûn, gef û êrişên dagirkeriya Tirk li ser navçeya Til Rifet û tevahiya ‎herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin.‎

Daxuyanî bi zimanê Erebî ji aliyê endama Kongreya Star Elîf Şêx Mihemed û bi Kurdî ji aliyê ‎Rîhan Elo ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

‎"Bi navê jinên Efrîn û Şehbayê em gef û êrişên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê ‎Sûriyê, bi taybet kantona Şehbayê ku ewlehî û aramî lê heye, şermezar dikin."‎

Gefên bênvber ên Erdogan, çeteyan û hekarên wê ENKS’ê ewlehî û ‎aramiya herêmê têk dibin. Cara duyemûn e belavok bi rêya balafiran li navçeya Til Rifet ‎hatin avêtin da ku jiyana hevbeş û wekheviya di navbera pêkhateyên herêmê yên kantona ‎Şehba de têk bibin û vîna gel bişikînin, berxwedanê qels bikin û xewnên xwe yên dîktatorî pêk bînin, da ku hebûna Kurd qir bikin. Ji ber projeya kurdan li ser ewlehiya xwe xeter dibînin. Di heman demê de dagirkeriya Tirk çiyayên azad bi çekên qedexekirî bombebaran dikin.

Em jinên Efrîn û Şehbayê bang li hemû rêxistinên ‎navneteweyî û herêmî dikin ku alava şer a hovane ku gefan li gelên herêmê dixwe, ‎rawestînin, her wiha sînorekî ji projeyên tarî yên îslamî ku demografiya xaka Sûriyê diguherin deynin."

‎(dx)‎

ANHA