Kongraya damezirêner a Hevbendiya Rêxistinên Civaka Sivîl tê lidarxistin

Hevbendiya Rêxistinên Civaka Sivîl ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro li hola Zana ya Qamişlo bi amadebûna 200 delegeyan, kongraya xwe ya damezirêner li dar dixe.

Kongraya damezirêner a Hevbendiya Rêxistinên Civaka Sivîl tê lidarxistin
17 cotmeh, 2021   10:06
QAMIŞLO

Kongraya damezirêner dê du rojan dewam bike, tê de 200 delegeyên civaka sivîl ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê kar dikin, beşdar bûne.

Armanca kongrayê ew e ku hevbendiyeke Rêxistinên Civaka Sivîl ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ava bike û bi rêya hilbijartinan û dengdana yekser dest û komîteyan ava bike.

Rûniştina yekemîn a kongrayê bi axaftina gerînendeyê Navenda Sûriyê ya Dilylogê û Lêkolînan Nasir Hec Mansûr dest pê kir. Nasir di destpêka axaftina xwe de bi xêrhatina buro, rêxistin û nûnertiyên derve yê rêxistinan kir.

Hec Mansûr destnîşan kir ku li gel mercên heyî yên Sûriye tê re derbas dibe, ev gav pêşketineke girîng e û wiha got: “em îro gaveke girîng ber bi avakirina projeyeke sivîl a civakî ve diavêjin. Qonaxa em tê re derbas dibin di dîroka Sûriyê de qonaxeke bigirêk e, ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî qonaxeke nazik e.”

Hec Mansûr destnîşan kir ku ji ber destwerdanên navneteweyî di Sûriyê de, aloziya Sûriyê kûrtir bûye û wiha dewam kir: “Aloziya Sûriyê her diçe kûrtir dibe, heta niha jî tu asoyên çareseriyê xuya nakin. Bêdengiya navneteweyî û herêmî jî rewşê aloztir dike û rewşa bêçareseriyê dewam dike. Heke ev rewş wiha dewam bike, dê bi xwe re encamên xeter bîne, dibe ku bigihêje asta hilweşînê li Sûriyê.”

Hec Mansûr her wiha diyar kir ku armanc ji avakirina vê hevbendiyê ew e ku beşdarbûneke komînal di xebatên avakirin û pêşxistinê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê çêbibe û wiha lê zêde kir: “Hevbeniya rêxistinan piştî kedên mezin pêk hat. Hemû kesên ked dane dixwazin ku ev hevbendî nêrî û berjewendiyên hemû rêxstinan di ber çavan re bigire, da ku her kes di xebatên avakirina pêşerojê de bibe faktorekî aktîv.”

Piştî axaftina destpêkê, senevizyonek li ser hewldanên hevbendiya rêxistinan ên heta dema lidarxistina kongrayêm hate pêşandan. Kongra heta sibe li dezgehên çapemeniyê girtî dewam dike.

Tê payîn ku di roja duyemîn a kongrayê de, aliyên derve û nûnerên rêxistinên navneteweyî beşdar bibin û gav û nêrînên ji bo pêşerojê werin nîqaşkirin, her wiha pêşniyar werin pêşkêşkirin.

(cx)

ANHA